Bi Rêxistinên PSKê Re Civîn Berdewam İn
27.12.2021

Serokê Giştîyê PSKê Mesud Tek, dawîya her heftê bi Rêxistinên Partîya xwe ên li welatên Ewropa civînan pêk tîne.

Rêze civîna duwemîn Roja 26.12.2021 de bi Rêxistinên Îngîliztan, Bulgarîstan, Îtalya, Norweç, Hollanda, İsveç û Danimarka re hat li darxistin.

Civîn li ser tora online a Zoomê pêk hat.

Civîna ku bi bêşdarîya Serokê Giştîyê PSKê rêzdar Tek hat li darxistin, ji du bêşan pêk hat. Bêşa ewilde Serokê Giştî, derbarê Konferansa partîyê a 2 ku li Dîyarbekir hatibûn li darxistin bi firehî behsa babetên ku hatibûn gengeşî kirin û encama wan gengeşîyan, bi hurgilî nirxand.

Di dema meya îroyîn de sîyaseta ku ji bo kurdan pêwist e; wek, ji bo destxistina mafên neteweyî, yekîtî û hevxebata hêzên welatparêz herweha xebatên tên meşandin, pîlan û programên pêşerojê ku di bernama wan da ye, herweha giringî û pêwistîya xebat û tekoşîna demokrasîyê bi hêz û alîyên demokrat, pêşverû û azadîxwaz re dur û dirêj şîrove kir.

Tek; di vê civînêde Derbarê rêwş, bûyer û rûdawên li hemû beşê welatê me de jî bi firehî nirixand û pêşeroja me de ihtîmalên kû derkevin pêş me her weha pêşbînîyên xwe bi heval û hogirên xwe re parve kir.

Bêşa dudûyê civînê  pirs û bersîv bûn.

Civîn him di warê beşdarîyê de him jî di warê naverokê de civînekî berhemdar, sûdmendar û serkeftî bû.

Biroya Çapemenî a PSK ê.


YORUM YAZ