Mesud Tek
Rewşa siyasiya navçe roj bi roj aloztir dibe.
Bûyer û peşhateyên siyasî usa bi lez û bez diqewmin, ku
gelek caran merîv pêra nagihije. Îro tiştek dibêjî, ku beravajiya gotina te ya
duhî ye.
Ligel rastiya hanê, ku divê her tim li ber çavên me be, hinek
guhartinên girîng di navçeyê da pêkhatine û pêktên, ku bandora wan a bi hêz li ser tevgera azadixwaziya
Kurd hene.
Yek ji wan gîftugo û li hevhatina Amerîka û Rusya ye li ser Rojhilata
Navîn û bi taybetî li ser paşeroja welatê Suriyê ye. Naveroka giftugo û li hev
hatina hanê ne hatiye diyar kirin. Lê belê peyam û gotinên rayedarên herdu
dewletê nişan didin, ku zextên navnetewî li ser Kurdên Rojava wê zêde bin daku ligel
Şamê li hev bên.
Pêşhatiyêkî girîng jî rêeketina Amerika ligel Taliban û vekêşana
hêzên Amerîka ji Efxanîstanê ye. Derbareyê bûyerên, ku îro li Efxanîstanê diqewmin
divê lêkolîneke kur were çêkirinê. Bi taybetî
em Kurd pirtir bala xwe bidine ser vê meseleyê. Ji ber ku di seranserê Kurdistanê
bi taybetî du beşên welatê me(Kurdistana Başur û Rojava) da Amerîka aliyekî
serekî ye.
Divê em ji bûyerên Efxanistanê ders û pendan bistinin daku di
gejaviya Rojhilata Navîn da rêka xwe şaş nekin. Bikarin berjewendiya gel û
welatê xwe biparêzin nebine amrazek di destê dewletên dagîrker a nevçeyê û zilhêzên
dinyayê da.
Rastiyeka dinê jî heye, ku divê her tim li ber çavê me be.
Ev jî ev e:
Îro ji her demî pirtir pirsa Kurd li sê beşên welatê me
(Bakur, Başur û Rojava) da tevlihev bûye. Ji ber ku dewleta Tirk îro beşekê Kurdistana
Rojava û Başurê dagîr kiriye û bûye astengekê mezin li pêşiya pêşveçûna gelê me
û xetereka mezîn e li ser herdu destkevtiyên me yên netewî.
Berê Tirkiyê ber bi
ku ye?
Pandemî û rêkarên, ku hikumeta AKP bona pêşîlêgirtina
berbelav bûna nexweşiyê destnişan kiriye, rewşa aboriya Tirkiyê xiraptir kir. Li
Tirkiyê bêkarî, feqirî, hêjarî û gendelî gihiştiye asta here bilind. Dewlemend
hin dewlemendtir, hêjar jî pirtir hêjartir bû. Rewşa hanê a aboriyê li Kurdistana
Bakur hin xiraptir, pirsgirêkan hin girantir in.
Ligel rewşa aboriya hanê, zilm û zexta dewlet li ser gelê Kurd
û hêzên demokrat û aşitîxwaz roj bi roj zêdetir dibe.
Bi henceta Pandemî çalakiyên siyasî têne qedexe kirin.
Karkerên, ku bona daxwaz kirina mafên xwe man digrin û derdikevin kuçe û
kolanan, dikevine ber êrîşa hêzên asayişê.
Hikumeta AKP bona parastina deshilata xwe êrîş dike ser partiyên
opozîsyonê, bi taybetî partiyên Kurdistanî û partiyên ku daxwaza mafê Kurdan û
demokrasiyê dikin. Çalakiya partî û rêxistinên hanê têne qedexe kirin, rêvabir û
çalakvanên wan têne girtin û bi destê nijadperestên Tirk têne kuştinê.
Militarize kirina Kurdistana Bakur berdewam e. Leşker,
komando û hêzên taybet li Kurdistana Bakur her roj bi navên cuda cuda operasyon
çêdikin. Her roj di beşekê welatê me da çuyin-hatin têne qedexe kirinê.
Ligel vê yêkê êrîşên nijanderestî li Kurdan, ku demekê dirêj
li bajarên rojavayê Tirkiyê niştecî bûne û Kurdên, ku bona kar hatine bajarên
Rojava, roj bi roj zêde dibin.
Hinek nijadperest û faşîst li ber çavê polesan êrîş dikine
ser Kurdan, dikujin, malê wan talan dikin, dişewitinin. Bê guman halwesta dadigehên
Tirk derheqa êrîşkarên hanê û siyaseta dewleta dagirker ya derbareyê Kurdan, hêz
û cesaret dide êrîşkarên nijadperest.
Îca di zirufeka usa da, ku rewşa aborî roj bi roj xiraptir,
zilm û zordariya dewletê a li ser Kurd û hêzên demokrat û aşitî û mafxwazan zêdetir
dibe, bi xurti û berbelavî behsa amade kirina
destura nu, destpê kirina “pêvajoya çareseriya nu” li Tirkiyê û pêkanina
balansa siyasi ya nu di navçeyê da têne kirinê. Ku bandora wan babetan li ser
xebata azadixwaziya Kurdistanê bi hêz e.
Em dizanin li Tirkiyê Îtifaqa Cumhur, ku her usa deshilat e û
Îtifaqe Millet heye. Rast e îtifaqa Cumhur û îtifaqa Millet di gelek warên siyasî
û aborî û civakiyê da nakok, in. Lê belê ne tenê derbareyê pirsa Kurd da tu
nakokiya bingehin di nava wan da nine, her usa hinek waran da halwesta Îtifaqa
Milet ji yê dinê xiraptir e. Her usa em dizanin, ku amedekariya herdu Îtifaq ji
bona babatên jorî hene.
Hinek rastiyên me
Di rewşa weha da divê Kurd çi bikin? Di vî warê da pirsa divê
em çi nekin jî gelek girîng e.
Bersiva pirsên hanê ya partî û rêxistinên Kurd cuda cuda ne.
Ku bi baweriya min ev yêka hanê jî tişteke siruştî ye.
Bi gor bîr û baweriya min di zirufa îro da ji bona destnişan
kirina halwesteka rastbîn û guncav, divê hinek rastiyê li ber çavê me da bin.
Yek ji wan ev e:
Dîroka me nîşan daye, ku di her perçeyê Kurdistanê da bizava
azadiya gelê Kurd çiqas bi hêz dibe bila be, nikare bi tenê wî welatê bigore.
Ango bi tenê ji Amedê nikarin Ankara bigorin, ji Mehabadê nikarin Tehranê, ji
Qamişlo jî nikarin Şamê bigorin. Em dikarin bibine şîrîk û hevkarê bi hêz a hêzên
demokrat û aşitîxwaz. Bi gotineka dinê beşdar bûn di xebata demokrasiyê li Tirkiyê
da yek ji erkên me ye, lê belê demokratîze kirina Tirkiyê ne erkê me yê serekî
ye.
Rastiyeka dirokî ya dinê jî ev e:
Heya çend salên dawiyê Kurd di her guhartineka siyasî, ku li
navçeyê pêkhatiye, nebûye yek ji aktorên (faîl, özne) serekî. Lê îro ziruf hatiye
guhartin. Hikumeta Herêma Kurdistan, pêşhateyên Kurdistana Rojava û rola Kurd
di hilbijartina şaredariya dawî a Tirkiyê da nişan didin, ku êdî Kurd û bizava
netewî ya Kurdistanê bûye yek ji aktorên serekî.
Navenda Kurdîstanî
Di hel û mercê îro ya navçe û Tirkiyê da divê em, partî û rêxistinên
Kurdistanê çi bikin?
Bi gor bîr û baweriya min, nabe em bibine beşek ji tifaqa
Cumhur an jî Tifaqa Millet. Baştir e em rastiyên dîrokê xwe li ber çav bigrin.
Derbareyê bûyer û pêşhateyên siyasî yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê halwesteka
rastbîn û guncav destnişan bikin, daku hem berjewendiya gelê xwe biparêzin û
hem jî bibine yek ji aktorên serekî ya pêvajoya guhartin û xebata demokrasî û
wekheviyê.
Ji bona vê jî pêwîstiya me bi pêkanina Navendekî Kurdistanî
hene. Navenda hanê divê ji aliyên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanê ve,
ku rizgariya welatê xwe dixwazin, pabendê nirxên netewî û vesiyeta Pêşava Qazî
ne, were pêkanin.
Navenda hanê bêyî ku armanca xwe ya serekî ji bîr bike, divê
armancên demkî destnişan bike. Bona gihiştin
bi armancê hanê û bi dest xistina mafên netewî û demokratîk bernamekî xebat a
rastbîn û maqul amade bike.
Her weki min li jorê jî got, amade kirina destura nu û pêvajoya
çareserî wê bibe xaleka serekî ya rojeva siyasî. Divê em jî xwe amade bikin,
daku ne tenê nebin duvikek, bibine aktorek û her usa bikarin hinek mafên xwe yên bingehîn
desteber bikin.
Bo nimune Navenda Kurdistanî dikare derbareyê daxwazên Kurd
yên desturî projeyek amade û pêşkeşê bîrurayê bike û bona ku daxwazên xwe di
destura nu da cî bigrin di hemu waran da kar û xebatê bike.
Bi gor bîr û baweriya min Navenda Kurdistanî dikare li ser
daxwazên jêrî hemu aliyên Kurdistanî bigihîjine hevdu:
Nas kirin û desteber kirina nasnameyê Kurd di desturê nu da.
Divê zimanê Kurdî wekî zimanê fermî bê nasin û di hemu
qonaxan da bibe zimanê perwerdeyî.
Divê mafê damezrandina hemu cure rêxistin bi navê Kurdistanê
di desturê da cî bigre û were desteber kirinê.
Bê guman bi dest xistina mafên hanê nayê vê wateyê, ku pirsa
Kurd hatiye çareser kirinê. Na nayê wê wateyê, lê belê rê li ber çareser kirina
aşitiyane û bi rêka diyalogê xweştir dike.
Navenda Kurdistanî her usa dikare bibe terefekê çalak û bi
bandor di pêvajoya çareseriyê da û divê bibe jî. Ji bona ku pêvajoya çareserî
nebe amrazekê konjokturel di destê dewleta Tirk da, divê Navenda Kurdistanî di
vî warê da jî projeyek amade bike û fişar li ser deshilatê bike, daku were li ser mêzê giftugoyê.
Pêkanîna Navenda Kurdistanî û beşdariya Navend di xebata
demokrasî û wekheviyê da, baştirin piştgiriya kurdan e li hêzên demokrat û aşitîxwazên
Tirkiyê.
Pêkanîna navenda Kurdistanî her usa dibe qonaxeka girîng di
pêkanina Kongreya Netewî, ku daxwaza pîroz û dîrokî ya hemu kurdan e.
26 Tebax 2021
Kovara Deng hêjmar 123