Werin 1 Gulanê da em daxwazên azadî, wekhevî û edlayî jibo gelê kurd û karker û kedkaran pêkve bilind bikin

1 Gulan roja têkoşan, hevkarî û yekitiya kedkaran e. Hemî karker û kedkarên cîhanê  îro carek dî jibo daxwazên azadî, wekhevî û edlayiya civakî derdikevin qadan. Bi ked û xuha eniya bindestan di encama bi 100an salên xebata dûr û dirêj, deskeftên giring bidest xistin. Di sedsala borî da encama têkoşana bê navber ya karker û kedkaran guherînên mezin li cîhanê pêkanîn.

Ligel van hemiyan jî hêj sazumanek adil û wekhev li cîhanê ava nebuye. Îro li seranserê cîhanê bi milyaran însan rû bi rû yê birsîtiyê ye. Hejmarek berçav ya nufusa cîhanê bi qasê pêwist ji ava paqij û xwarina rojane bê par in. Rojane bi hezaran zarok ji ber pirsgirêkên tenduristî û kêm derfetiya xwarinê dimirin. Li beşekî mezin yê cîhanê zarok, jin û temen mezin ji derfetên tendirustî û jiyanek bi ewle dûr in.

Kedkarên li Tirkiyê di xirabtirîn rewşê da ne. Qeyranên aborî û siyasî jiyana bi milyonan însanan têk daye. Bi zextên siyasî û sazumana otoriter mafên bingehîn û azadî têne zeftkirin, sendîkayan bê mecal dikin û mafê grev girtinê ji holê tê rakirin. Rojane însanan bi şêweyek keyfî ji kar têne derxistin.

Li Kurdistanê rewş hêj girantir e. Di van 6-7  salên dawiyê da dubare siyaseta şer û tund û tujiyê  jiyan li Kurdistanê felç kiriye. Xizanî û bê karî gehiştiye asta bilind. Gelê kurd ne tenê ji aliyê aborî û civakî ve, di heman wext da ji mafên bingehîn û azadiyê ve jî bê par maye. Nasnameya kurd di warê yasayî da nayê naskirin, zimanê kurdî bi azadî nayê bikar anîn, heta cihê gor/qebrên kurdan jî nayêne aşkira kirin.

Ev zihniyeta ne demokratik û haşatiyê nayê qebûlkirin. Heta mafên bingehîn yên gelê kurd neyên naskirin, li Tirkiyê aştî berqirar nabe, pêşketinên aborî û edlayî  çênabe.

Îro daxwazên gelê Kurd yên azadî û wekheviyê û yên karker û kedkaran  yên jibo  edaleta civakî, sendikayî û aborî di nav hev da ne.

Li herêmê û cihanê jibo avakirina aştî û jiyanek bi rûmet ya kedkaran hewceyî bi sazumanek adilane û wekhevîyê heye.

Werin di 1 Gulanê da hem jibo gelê Kurd him jî jibo karker û kedkaran em daxwazên azadî, wekhevî û edlayiyê pêkve biqîrin.

Serkeftin dê ya têkoşeran be.

Emê bi hevra têbikoşin, bi hevra serkevin.

Bijî 1 Gulan, roja çîna karker ya têkoşan û hevgirtinê.

Bijî têkoşana gelê Kurd ya rewa û azadîxwaziyê.

01.05.2024

Partiya Sosyalist a Kurdistan-

                  (PSK)

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik