PSK: Bila Ruxandina Dîktatoriya Esad Li Gelên Suriyê Pîroz Be

Desteya Rêvebir a Navendî a Partîya Sosyalist a Kurdisdan (PSK) roja 10.12.2024an civîya. Piştê nirxandina bûyerên dawîyê biyar da ku daxwîyanîya li jê rê ji raya giştî ra parve bike.

 Rejîma Baas a xwînmij a Sûriyê ku 61 sal in vî welatê kirîye zindan, di 8ê Kanûna 2024’an de weke pilingekî kartonî belav bû. Wekî rejîmên din ên zalim ên berê,  dîktatoriya zordar, înkarker, mezhebî ya desthilatdariya Beşar Esed jî di zibilxana dîrokê de cihê xwe girt. Bi vî awayî serdemeke zordar û tarî li Sûriyê bi dawî bû. Bila rûxandina dîktatoriya Esed ji bo gelê Sûriyê pîroz be

 Rêjîma Esed ku demeke dirêj bi piştevaniya derve li ser piyan bû, piştî şerê Îsraîl û Hemasê, di encama hilweşîna Hîlala Şîe li Rojhilata Navîn û wêrankirina Îranê ji nişka ve hilweşiya. Li aliyê din tevî ku Heyet Tahrîr el-Şam (HTS) a cihadist ku desthilatdariya Şamê girtiye destê xwe, niha peyamên nerm bide jî, jibo paşerojê tu bawerîyê nade.

 Sûriye welatekî pir etnîkî û pir mezhebî ye.  Rêya avakirina demokrasî, aştî û aramiyê li vî welatî bi beşdariya hemû pêkhateyên civakê di proseya siyasî de pêkan e. Ji bo vê jî divê pêvajoyeke siyasî ya realîst û şefaf li gor prensîbên biryara 2254 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dest pê bike.

 Aştiya mayînde û avakirina rêveberiyeke demokratîk û bi îstîqrar li Sûriyê bi avakirina sîstemeke federal ku hemû beşên etnîkî û olî tê de bin, mimkun e. Rêveberiyeke beşdar, piralî, demokratîk; yekane çareserî ye ku rê li ber komkirina hêzê di destê yekê/komekê de bigire û derketina rejîmên nû yên zordar digire.

 Li Suriyê yê herî zêde rastî zilm û qetlîamên rejîma Baas hatiye gelê Kurd e. Di salê borîda gelê Kurd gelek caran rastî qetlîaman hat, nasnameya wî hat desteserkirin û dest danîn ser erdên wan.   Daxwazeke rewa ye ku gelê Kurd di Sûriyeya nû de azad bijî û hemû mafên xwe yên netewî yên demokratîk bi dest bixe. Ev daxwaz jî ji bo avakirina aramî û aştiyê li Sûriyê û herêmê jî  pêwîst e.

 Di vê navberê da Tirkiyê jî êrîşa HTŞ’ê ya ji bo girtina Şamê îstîfade kir û bi hêzên wek OSO û  hêzên bi vî rengî êrîşî herêmên Kurdan dike. Ev nayê qebulkirin. Em êrîşên li dijî sivîlan û binesazîyên Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin.

 Êrîşên li dijî Kurdan ên li Sûriyeyê ne tenê zerarê dide normalîzekirina pêvajoyê li vî welatî, her wiha ji bo Tirkiyeyê jî feydekê  nayne. Tirkiye ev sed sal e siyaseteke bi vî rengî ya li dijî Kurdan dişopîne; lê encam jibo Tirkiyê tenê krîzeke piralî, xizaniya aborî û hilweşîna siyasî û exlaqî ye. Divê Tirkiye dev ji siyaseta xwe ya dijê Kurd,  bi taybetî li Sûriyê berde. Divê dev ji têgîna ku kurdan weke tehdît dibîne biterikîne.

 Hem ji bo Sûriye û hem jî ji bo Tirkiyeyê bi destxistina aştî, aramî û bextewariyê girêdayî ye bi azadîya  gelê Kurd ku birûmet û din av aştiyê de bijî.

 Di vê qonaxê da berpirsiyariyekê mezin dikeve liser milên partîyên siyasî yên li Rojava.  Jibo sudwergirtina derfetên guhertinên dîrokî yên li Sûriyeyê divê aktoren Kurd li Rojava bilez tevbigerin. Divê ENKS, PYD û hemû partîyên din ên kurd li Sûriyê di zûtirîn dem de li ser bernameyeke niştimanî li hev bikin. Divê partî û aktorên siyasî yên li Rojava ji bo avakirina rêveberiyeke hevpar, hêzên berevanîyê yê hevpar û dîplomasiyeke muşterek dem winda nekin. Divê Kurd di pêvajoya siyasî ya ku dê ji bo Sûriyeya nû dest pê bike da wek muxatabekî yekgirtî, hevpar û xurt beşdar bibin.

 Li aliyê din hemû aktorên siyasî yên çar parçeyên Kurdistanê xwedî berpirsyariyeke mezin in da ku Kurd li Sûriyeyê mafên xwe yên netewî yên demokratîk bi dest bixin.

 Divê aktorên siyasî yên Kurd dev ji ziman û axaftinên dûrxistinê û dijminatiyê berdin û têgihiştinek çêker û berpirsiyar pêş bixin ku bibe sedema geşkirina ruhê yekîtiya neteweyî. Ji bo bidestxistina mafên xwe yên netewî yên demokratîk divê piştgirî ji gelê me yê Rojavayê Kurdistanê re bê kirin.  Li dijî her êrîşa li dijî destkeftiyên Kurdan divê li ber xwe bidin.

 Ji aliyê din ve pêşketinên li Rojhilata Navîn ji bo gelê Kurd bi giştî xwedî potansiyela afirandina derfetên dîrokî ne. Ji bo gelê Kurd ji van derfetên dîrokî sûd werbigire, pêwîstî bi wê yekê heye ku aktorên siyasî yên çar parçeyan bi hemahengî tevbigerin û li dora helwestek hevpar û stratejiyek netewî bibin yek.

 Em wek Partiya Sosyalîst a Kurdistanê bi gelê xwe yê hêja re parve dikin ku şopandina  helwêsteke avaker û bi berpirsyarî ji xwe re weke erkekî neteweyî dibînin û di vê mijarê de em ê bi biryardarî rêya xwe da bimeşin.

 11.12.2024

 Partiya Sosyalîst a Kurdistanê

                  (PSK)

Desteya Rêveberiya Navendî

 

 

 

 

İçerik Başlıkları