Bayram Bozyel: Cejna Remezanê Pîroz Be

Em carek din pêşwazî li Cejna Remezanê dikin. Lê jiber şer, pevçûn û qeyranên li Rojhelata Navîn em nikarin bi dilekê rehet Cejna Remezanê pîroz bikin.

Welatê me bi alawên şer hatiye dorpêçkirin. Sîyaseta li dijê Kurd hîn jî berdewam e. Êrîşên li ser nasname, ziman û hebûna gelê Kurd bênavber didomên.

Înkar û dijminahiya li dijê miletê Kurd sedemê binhegîn yê alozîya heremê ne. Eşkere ye ku heta mafên neteweyî yê rewa yên miletê Kurd nehê dayîn, ne mimkun e ku li herêmê dawî li şer, pevçûn û qeyranan bê. Heta sistemekê demokrat, wekhev û adil ava nebe, li Rojhelata Navîn  aramî, aştî û demokrasi pêk nayê.

Em wek Partîya Sosyalîst a Kurdistan bi van hestan Cejna Remezanê ya gelê Kurd û hemî misilmanên cîhanê pîroz dikin. Hêvî dikin ku em cejnên salên bê di atmoseferekê azad û aştîyê da pîroz bikin.

19.03.2026

Bayram Bozyel

Serokê Giştî yê

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

         (PSK)

En çok Okunan İçerik