Cejna Qurbanê Li Gelê Me Pîroz Be

Îsal em di bin şert û mercên pir dijwar û dîrokî de
pêşwazîya Cejna Newrozê dikin.
Gelê Kurd li seranserê Kurdistanê di bin êrîşên dijwar,
sîstematîk û dijminane de ye.
Polîtîkayên dekûdolabên qirêj têne meşandin da ku hebûna
neteweyî, destkeftiyên dîrokî û yekparçeyiya gelê Kurd ji holê rakin.
Ev rewş nîşan dide ku ew hêzên ku êrîşî Kurdan dikin di
rewşek hilweşîna dîrokî û krîzeke bingehîn de ne.
Dijminatiya li hember Kurdan heman demê de gefekê mezin jibo
aştî û aramiya herêmî peyda dike.
Tenê rêya têkbirina êrîşên topyekûn ên li dijî gelê me
yekîtî ye, yekbûn e. Zindî hiştina hêviya paşeroja gelê me, seferberkirina
zanîn û enerjiya wan û pêkanîna hêviya azadiyê bi yekîtiya neteweyî ve girêdayî
ye.
Ji bo vê armancê;
Em bang li hemî aktorên siyasî yên li Bakurê Rojavayê
Kurdistanê dikin ku li dora bernameyek neteweyî, ji bo parastin û pêşxistina
destkeftiyên xwe yên neteweyî bibin yek.
Bi heman awayî, em hêvî dikin ku hemî hêzên siyasî yên li
Başûrê Kurdistanê dê bi yekîtî û diyalogê tevbigerin da ku destkeftiyên
neteweyî û dîrokî biparêzin û êrîşên dijminane têk bibin.
Em piştgiriya xwe ya tevahî pêşkêşî têkoşîna rewa û bi rûmet
a gelê me li Rojhilatê Kurdistanê ji bo azadiyê dikin.
Em hemû hêzên demokratîk ên neteweyî yên li Bakurê
Kurdistanê vedixwînin ku bi hestek berpirsiyariya neteweyî tevbigerin da ku
tifaqek neteweyî ya mayînde, berfireh û rêkûpêk ava bikin.
Bi vî awayî, em dikarin bersiva daxwazên gelê xwe bidin û
hêviya azadiyê bicîh bînin.
Bi van hestan, em Cejna Qurbanê ya gelê xwe û cîhana
Misilman pîroz dikin.
Em hêvî dikin ku ev cejn bibe fersendek ji bo avakirina
azadî, wekhevî, demokrasî û aştiyê li herêma me.
26.05.2026
Bayram Bozyel
Serokê Giştî yê
Partîya Sosyalîst a
Kurdistan
(PSK)
En çok Okunan İçerik