Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel Ji Kongreya Yekitîyê ya TDK-TEVGER û PAKê ra (ku 08.09.2023an da li Diyarbekirê pêkhat) peyamek şand û daxwaza serkeftinê kir.
Bozyel di axaftina xwe da diyar kir ku "Di vê qonaxa dîrokî da erkê yekemin; pêkanîna hevkarîyekê berfireh li ser daxwazên neteweyî û demokratik e.Em bi baweriyekê xurt hêvî dikin ku dê Kongreya Yekitîyê ya TDK-TEVGER û PAKê serkeve û biryarên pêwist bistîne..."
Tevahîya peyama Serokê PSKê;
Ji Kongreya Yekitîyê
ya TDK-TEVGER û PAKê ra
Hevalên hêja,
Ez li ser navê hemî endam û
rêvebirên Partîya Sosyalîst a Kurdistan, Kongreya Yekitîyê ya TDK-TEVGER û PAKê
bi dil û can pîroz dikim.
Slavên xwe yên herî germ û
birayane pêşkêşê we heval û dostên ezîz dikim, jibo Kongreya Yekitîyê
serkeftinekê mezin dixwazim.
Min pir dixwest ku ez bixwe
beşdarê Kongreya Yekitîyê ya girîng bibim û şahîya we par ve bikim. Lê ji ber
bernameyekê ji berê ve plankirî, ev tişt
pêkan nebû.
Xemgîn im.
Rêzdaran,
Hûn di pêvajoyekê gelek hestîyar
da Kongreya xwe ya Yekitîyê lidar dixin.
Îro gelê Kurd û welatê me
Kurdistan li ser bendeke dîrokî tijî derfet û metirsîyên mezin e.
Li çar parçeyên welatê me gelê
Kurd bûye armanca êrişên hovane û pêla dagirkirinekê berfireh.
Li aliyê din, ev cara ewil e ku
doza Kurd û Kurdistanê ewqasî di astekê bilind da ketiye rojeva dinyayê û di
qada navdewletî da ciyê xwe girtîye.
Şert û mercên heyî û
berpirsîyarîya dîrokî li ser me hemîyan ferz dike ku em li gor
hewcedarîyên milet û welatê xwe organze
bibin û stratejiyekê aklane pêkbînin.
Di vê qonaxa dîrokî da erkê
yekemin; pêkanîna hevkarîyekê berfireh li ser daxwazên neteweyî û demokratik e.
Em bi baweriyekê xurt hêvî dikin
ku dê Kongreya Yekitîyê ya TDK-TEVGER û PAKê serkeve û biryarên pêwist bistîne.
Herwisa em bi kelecanekê mezin
benda wê yekê ne ku Kongreya Yekitîyê ya TDK-TEVGER û PAKê li gor bernameya xwe
bidawî were da ku rojek zutir em dest bi xebatên hevbeş bikin.
Bi van hest û hêvîyan em wek
Partîya Sosyalist a Kurdistan dubare silavên xwe yên birayane pêşkêşê we û
mêvanên qedirbilind dikin, jibo we serkeftinê dixwazin. 07.09.2023
Bayram BOZYEL
Serokê Giştî yê Partîya Sosyalîst a Kurdistan
(PSK)