
Kurd xwedî dîrokeke trawmatîk in, ku ji ber destwerdan û xiyanetên hêzên mezin wêran bûye.
Komara Kurd a
Mehabadê, ku di sala 1946an de di çarçoveya dagirkirina Îranê ji
aliyê Yekîtiya Sovyetê ve di dema Şerê Cîhanê yê
Duyemîn de hatibû damezrandin,
heman salê piştî vekişîna Sovyetan ji welat, ji aliyê hêzên Îranê ve bi xwînî hate hilweşandin. Kurdan bi giranî Yekîtiya
Sovyetê berpirsiyarê hilweşîna komara xwe
ya yekem a nûjen
û darvekirina
serokê xwe Qazî Mihemed dîtin û qet
ev kiryar ji bîr nekirin.
Piştî hilweşîna Peymana Xweseriyê ya 11ê Adara 1970î bi Iraqê re, Mistefa
Barzanî
yê ku bi piştgiriya DYA û Îranê li dijî
rejîma Baasê ya Iraqê şer dikir, ji
ber Peymana Cezayîrê ya sala 1975an a di navbera Îran û Iraqê de, bêçare ma. Bi mîlyonan Kurd
neçar man ji welatê xwe birevin, yên ku man jî ji aliyê
rejîma Baasê ve bi awayekî hovane hatin
qirkirin. Gelê
Kurd vê zivirîna ji nişka ve ya DYA û Îranê
qet efû nekir û Peymana Cezayîrê
wekî
xiyanetekî mezin bi bîr tîne.
Referandûma Serxwebûnê
ya Kurdistanê ya 25ê Îlona 2017an, ji bilî ragihandina îradeyeke aştiyane û demokratîk
a gelê Kurd, ne tiştekî din bû.
Lê DYA û hêzên
rojavayî bi berdana hêzên mîna Heşda Şebî bersiv dan, derî
ji dagirkirina Kerkûkê û herêmên
din ên nakok re vekirin. Ji nişka ve hemû derî li ber
Kurdan hatin girtin û gef li wan hate
xwarin ku wê birçî bimînin.
Lê dîsa jî di şerê
li dijî DAIŞê de, Pêşmergeyan ne tenê ji bo gelê xwe, lê ji bo welatiyên Amerîkî û Ewropî jî bi deh
hezaran şehîd dan. Dagirkirina Kerkûkê di civaka Kurd de trawmayeke kûr
çêkir.
Di salên dawî de, Tirkiyeyê sê operasyonên mezin li herêma Kurd a Sûriyeyê pêk anîn: Operasyona Mertalê Firatê, Operasyona Çiqlê
Zeytûnê
(Efrîn) bi erêkirina Rûsyayê û Operasyona
Kaniya Aştiyê bi erêkirina Amerîkayê. Lê Kurdan ji
van her sê
operasyonan bêtir, li dijî Rûsya û Amerîkayê
nerazîbûn nîşan dan.
Rejîma kevn a li
Sûriyeyê guherî, lê…
Bandora domînoyê ya bûyerên piştî 7ê Cotmeha 2023yan bû sedema hilweşîna rejîma Esed di 8ê Kanûna
Pêşîn a 2024an de. Bi erêkirina DYA û hevalbendên wê û bi teşwîqkirina Tirkiyeyê, rêxistina radîkal Heyet
Tehrîr el-Şam (HTS) gihîşt Şamê û li wir bi cih bû.
Piştgiriya Tirkiyeyê ya ji HTSê re bê guman xwedî sedemên îdeolojîk û olî
ye. Ji aliyê din ve, DYA HTSê wekî amûrekê
giranbuha li dijî Îranê û Mihwera Berxwedanê
dibîne
û ji
ber ku alternatîfek din tune ye, hewl dide Sûriyeyê
bi HTSê re bibe yek.
HTS rêxistina
dawîn e ku dikare welatekî wêran û perçekirî
yê wekî
Sûriyeyê
bigire destê xwe. Hatina ser desthilatê ya komeke ku ji hişmendiya demokratîk
dûr e û îradeya
wê tune ye ku avahiya piralî ya welêt qebûl bike, ji bo Sûriyeyê
astengeke mezin e. Ji bilî qeyd û kiryarên berê
yên HTSê, helwesta wê ya li ser destûra nû jî
nikare ji çarçoveya neteweperestiya erebî û şerîetê derbas bibe. Komkujiyên rejîma nû yên
li dijî Elewiyan li peravê Deryaya Spî û civaka Dûrzî
li başûr, baweriya bi şiyana HTSê ya avakirina Sûriyeke
nû qels dike.
Lê di vê navberê de, xuya ye ku aktorên peywendîdar
ji pirsgirêkên bi HTSê re derbas bûne
û niha
balê dikişînin ser entegrekirina Kurdan û QSDê – ku
pisporiya wan a siyasî, leşkerî û çandî xwedî potansiyeleke
mezin e ku beşdarî avakirina Sûriyeyeke
demokratîk bibe – di rêveberiya heyî
de.
Ji destpêkê ve Tirkiye di her fersendê de zextê
dike ku QSD bê hilweşandin û bi lez di rêveberiya demkî
ya Şamê de bê entegrekirin. Bi heman awayî, rêveberiya
Amerîkî jî bi baldarî dixebite ku QSDê di Şamê de entegre
bike.
Ev demek e ku
daxuyaniyên nûnerê
taybet ê DYA yê ji bo Sûriyeyê û berdevkên din, bi dengê Enqereyê
tên kirin û di civaka Kurd de
bertekên tund derdixin holê.
Di dawiyê de,
civîna 2ê Mijdara 2025an a Serokê DYAyê Donald Trump bi serokê HTSê Ehmed el-Şera re li Qesra Spî û beşdariya
Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di
qonaxekê
de, careke din fikr û gumanên kevn di nav civaka Kurd de zindî kirin. Mirovan
dest pê kir pirsîn: “Ma DYA careke
din Kurdan difiroşe?”
DYA rolan belav
dike
Bi gelemperî tê qebûl kirin ku ewlehiya Îsraîlê di siyaseta DYAyê ya ji
bo Rojhilata Navîn de pêşengek mezin e. Çalakiya Trump a di civîna Qesra Spî de ew bû ku
rêveberiya Şamê ya bi serokatiya Ehmed el-Şera teşwîq bike ku bi Îsraîlê re
têkiliyên baş ava bike. Rêveberiya demkî ya Sûriyeyê
îro hê ne beşek ji Peymanên Îbrahimê be jî, lê amade ye bi Îsraîlê re bi awayekî pragmatîk bixebite.
Armanca duyemîn a DYAyê ew e ku Sûriyeyê
tevlî koalîsyona li dijî DAIŞê bike. Rêveberiya nû neçar e vê yekê di berdêla rewabûna
ku wê ji DYAyê werbigire qebûl bike. Beşdarbûna
Sûriyeyê
di koalîsyonê de gavên erênî ji bo avakirina
bingeheke hevpar di navbera QSDê û rêveberiya Şamê
de ye.
DYA û hevalbendên rojavayî
cezayan ji ser Sûriyeyê
radikin û di heman demê de Şera teşwîq
dikin ku alîkariya vejandina welêt bike. Lê ew bi berdewamî tekez dikin ku ew ê
kiryarên rêveberiyê binirxînin û alîkarî
bi şert û sînordar
be. Wisa dixuye ku dixwazin bi demê re Şera “ram
bikin” û birêve bibin.
Yek ji armancên
sereke yên DYAyê avakirina hikûmeteke navendî
li Sûriyeyê
ye. Di vê çarçoveyê de,
entegrekirina QSDê di hikûmeta
navendî de bûye
mijara sereke ya rojevê.
Bê guman, entegrekirina di artêşa navendî de nayê wateya
hilweşandina QSDê û veguheztina şervanên wê
bi awayekî takekesî bo artêşa navendî. QSD di warê dîsîplîn, perwerde û alavên
teknolojîk de hêza leşkerî ya herî serdest a Sûriyeyê
ye. Ew hem di şerê li dijî DAIŞê de û hem jî di parastina Sûriyeya nû de wekî hêzeke bêhempa xuya dike. Belavkirina QSDê wê hem şerê li dijî DAIŞê lawaz bike û hem jî parastina Sûriyeyê qels bike. Ji ber vê yekê, hilweşandina
QSDê û entegrekirina wê ya bi awayekî
ku Tirkiye dixwaze, ne realîst e û ne
jî di berjewendiya Sûriyeyê de ye.
Di çarçoveya
vîzyona nû ya
Amerîkayê de, vexwendina Hakan Fîdan bo civîna Trump-Şera ya li New Yorkê xwedî giringiyeke taybet e. Bi vê yekê, rêveberiya
Amerîkî rolekê di pêvajoya ji nû ve avakirina Sûriyeyê
de daye Tirkiyeyê û sînorên vê rolê jî diyar kiriye: Tirkiye wê li Sûriyeyê
li dijî Îsraîlê nebe; wê bi beşdarbûna Sûriyeyê
di koalîsyona li dijî DAIŞê de razî be û berpirsiyariya
entegrekirina QSDê di hikûmeta
Şamê de bigire ser xwe. Bi kurtî, Amerîka li Sûriyeyê
şer naxwaze. Hewl dide ku HTSê bi Îsraîlê,
Îsraîlê bi Tirkiyeyê, QSDê bi HTSê û Tirkiyeyê bi
QSDê re li hev bîne û wan li dora
armancên xwe yên diyar bicivîne.
Rastiyên li ser
erdê û aramî
Piştî vekişîna Rûsyayê û derba giran a li Îranê, DYA niha
li Sûriyeyê
bê reqabet e, lê ne bi tenê ye. Li gel DYAyê, Îsraîl,
Tirkiye, welatên Kendavê û sê welatên YEyê (Fransa, Brîtanya û Almanya)
li ser erdê hene.
Rojeva sereke ya
Washingtonê ne avakirina Sûriyeyeke
yekgirtî ye, lê hêsankirina avakirina mîmarîyeke herêmî ya nû bi
navendiya Îsraîlê ye. Bi vê gavê dawî, Trump hem Tirkiyeyê tevlî kiriye û hem jî aktorên heyî nêzîkî hev aniye û xetereya
pevçûnan
kêm kiriye.
Xala herî girîng
a ji bo pêşeroja Sûriyeyê, avahiya wê ya civakî û siyasî ya
pirneteweyî, pirolî û pirçandî ye.
Israra li ser modeleke navendî û yekzimanî wê
rabirdûyê
dubare bike. Radestkirina Sûriyeyê tenê bo Erebên Sunnî – û ew jî yên herî radîkal – aramî nayne welêt. Rejîmek ku
Elewî, Dûrzî,
Xiristiyan û civakên
din ên ku beşekî girîng ê welêt in ji nedîtî
ve were, nikare bibe demokrasî.
Civaka Kurd di avakirina aramî û demokrasiyê
de hem li Rojhilata Navîn û hem jî li Sûriyeyê aktorekî
sereke ye. Pisporiya siyasî, çandî û leşkerî ya
Kurdên Rojava ji bo vejandina Sûriyeyê derfeteke
giranbiha ye. Kes nikare vê rastiyê înkar bike. Rastiya civakî ya welêt û lêgerîna aramî û demokrasiyê, pergaleke piralî, demokratîk û federal
li Sûriyeyê
ferz dike.
Kurd destên wan
li ser dile wan Rojava temaşe dikin
Bi salan Kurdên
Sûriyeyê
hatin marjînalîzekirin, nasnameya wan hate înkarkirin û gelek êş kişandin. Dema DAIŞ di 2014an de derket holê, pêşî êrîşî Kurdan kir.
Lê Kurdan bi deh hezaran şehîd dan û bedelên
mezin dan da ku belaya DAIŞê têk bibin. Bi hilweşîna rejîma Esed re, hêviyeke nû hem
ji bo Kurdan û hem jî ji bo hemû Sûriyan
derket holê. Hêviya jiyaneke azad, demokratîk û bi
rûmet
niha ji her demê nêzîktir e.
Hemû Kurdên
li çar aliyên cîhanê li Rojava dinêrin. Bi dilê xwe yê
xemgîn û bi
hêviyên xwe yên mezin li bûyerên li Sûriyeyê
temaşe dikin. Her tiştê ku dibe sedema tarîkirina vê
hêviyê, wan diêşîne. Ew bi Rojava radizin û bi
Rojava şiyar dibin. Tirsa wan a herî mezin xiyanetekê nû ye. Ew tenê perçeyek axê dixwazin ku xwişk û birayên wan ên li Rojava bikaribin bi azadî û rûmet bijîn.
Ji ber ku Rojava
ji bo wan ne tenê ax e, meseleya rûmetê ye.
20.11.2025
Bayram Bozyel
Serokê Giştî yê
PSK