Jibo Rêzdar Mustafa Özçelik
Birayê Ezîz,
Ez li ser navê hemî endam û rêvebirên Partîya Sosyalîst a Kurdistan, avakirina Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi hestên germ pîroz dikim.
Hêvî dikim ku avakirina Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) jibo hewlên hevkarî, hevxebat û yekîtîya hêzên Kurdîstanê bibe destpêk û gavekê nû.
Herwisa em hilbijartina we wek Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi kêfxweşî pîroz dikin. Ji we û hemî damezrêner û rêvebirin PWKê ra serkeftinek mezin dixwazin.
Em bi dilsozî amade ne ku bi partîya we ra jibo doza azadîya Kurdistanê û pêkanîna demokrasîyê li Tirkiyê xebatên hevbeş û dûr û dirêj bikin.
Dubare serkeftin û serbilindî.
Li gel slavên birayane.
Bayram Bozyel
Serokê
Giştî yê
Partîya Sosyalîst a Kurdistan
(PSK)