Rêxistina PSK a Navenda Almanya di 30.11.2024 de şahîya pîrozkirina 50 Salîya PSKê pêkanî.
Şahîyê bi axaftina vekirinê ji teref Newroz Bawer destpêkir. Newroz Bawer di axaftina xwe xêrhatina mevanan kir. Paşê beşdaran bi xwendina sirûda Ey Reqîp bona rêz girtina şehidan deqiqeyek bê deng rawestan.
Piştî rêzgirtina ji bo şehîdan kadro û kedkarê PSKê yê herî temendirêj Pîr Riza derket ser dîkê û Pîr Riza jî bixêrhatina mêvan û beşdaran kir.
Piştî pîr Riza, serokê berê yê PSKê birêz Mesûd Tek bi navê PSKê dest bi axavtinê kir. Mesûd Tek di axavtina xwe da bi kurtî li ser xebata PSK a 50 salî sekinî û xebat û tekoşîna PSK pêşkêşî beşdaran kir.
Serokê giștî yê PSKê birêz Bayram Bozyel jî peyama pîrozbahîyê șandibû. Peyama birêz Bayram Bozyel ji alî kadroyê tekoşer û kedkar birêz Sîdar Bîngol ve hat xwendin.
Hejayî gotinê ye ku ji her çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê gelek Kurd û nunerê gelek partî, rêxistinên demokratik, rewşênbîr û kesayetên naskirî beşdarî șahîya 50 salîya PSK bûn.
Rêxistina PDK liqê 6 peyamek pîrozbahîyê șandibû șahîyê. Peyama liqê 6, ji hêla hêja Kek Ahmed hat xwendin.
PDK-Îran bi heyetekê beșdarî şahîyê bû û Peyama PDK-İ ji terefê hêja kek Sultan ve hat xwendin.
Niviskar û sîyasetvan brêz Bayram Ayaz ji di şahîyê da beşdar bû di axaftinê xwe da 50 salîya PSK pîroz kir.
Heyetek ji PDPK-S bi serokatîya Selman Heso beşdarî şahîyê bû û peyama pîrozbahîyê xwend.
Berpirsê ENKS yê Ewrupa birez Necah Hevo jî peyama pîrozbahîyê şandibû şahîya PSKê. Peyama ENKS ji terefa Newroz Bawer ve hat xwendin.
Partîya Yekitî ya Demokrata Kurdistan-Sûrîye Rêxistina Ewrûpa peyama pîrozkirinê şandibû şahîya PSK û bi heyetekê beşdarî şahîyê bû.
Serokê Partîya Îslamîya Kurdistan-PÎK birêz Hîkmet Serbilind peyama pîrozbahîyê şandibû. Bi navê PÎKê Sabrî Eryigit beşdarî şahîyê bû. Peyama Serokê PÎKê ji teref Newroz Bawer ve hat xwendin.
Bi navê Partîya Dêmokrata Kurd li Surîyê (Parti) birêz Akram Ahmed beşdarî şahîyê bû û peyama partîya xwe xwend.
Platforma Rêxistinên Kurdistan li Almanya-Hevkarî peyama pîrozbahîyê şandibû şahîya PSKê. Peyama Hevkarî ji teref Hisam Amedî ve hat xwendin.
Li ser navê Partîya Demokrata Kurdistan li -Sûrîyê Bavê Asad û Ferît Xoce beşdarî şahîyê bün û peyama partîya xwe pêşkêşî komîta şahîyê kirin.
Heyetek li ser navê PYK li Surîyê berpirsên Ewrûpa peyam dan komîta amedekar û beşdarî şahîya 50 salîya PSK bûn.
Nûnera Federsyona Komelên Kurdên Navnetewî ya Sovyeta berê xuşka Guhar Mamo beşdarî şahîyê bû û peyama pîrozkirina 50 salîya PSK xwend.
Serokê Federsyona Komelên Kurdistan li Almanya hêja Nader Doxatî peyama pîrozkirinê xwend û 50 salîya PSK pîroz kir.
Serokê Navenda Revenda Kurdistan li Almanya Abdulla Cindî peyama pîrozbahîya rexistinê xwend.
Bi navê Şepêla Pêşeroja Kurdistana Sûrî hêja Rêzan Şêxmûs jî beşdarî şahîya PSK bû.
Siyasetvana Kurd Gauman Husseîn ku ji Rojavaya Kurdistanê ye beşdarî şahîyê bû.
Niviskarê Kurd hêja Baran Hemze beşdarî şahîya PSK bû û di şahîyê da axaftinek kir.
Dostên qedîm û welatparêzen hêja Dr. Hikmet Agah Şîkakî jî beşdarî şahîyê bû, di axavtinê xwe da 50 salîya PSK pîroz kir.
Rojîn Cegerxwîn, Parêzer Cemîl Îbrahîm, Dr. Huseyîn Habasch, Dr. Îbrahîm Mahmud, niviskar Murat Dagdelen, rojnemawan Orhan Kaya, niviskar Yusuf Kaynak, hunermend Nûzan û Saîd Dêreşî û gelek kesên din jî beşdarî şahîyê bûn.
Di şahîyê da xebat û tekoşîna PSK ya 50 salî bi sînevîzîyonekê hat nîşandan.
Gelek peyam ji bo pîrozkirina şahîya 50 salîya PSK ya Wuppertalê hatibûn, ku ew in:
Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistan birêz Îsmail Kamil, Serokê Platforma Kurdistan li Hamburgê birêz M. Ali Yildirim, Serokê Navend ji bo Lêkolînên Kurdî li Bonnê birêz Metin Încesu, Serokê Federasyona Komelên Kurd li Swêd birêz Berzan Koçkaya, yek ji damezranerên PSK siyasetmedar Farûk Aras, siyasetmedar Naile Aras, Siyasetvan birêz Mustafa Kiliç. niviskar birêz Cankurd, birêz Dr. Îlhan Kizilhan, Yekîtîya Niviskarên Kurdistan li Sûrîyê, nivîskar û sîyasetvan Kutbettîn Ozer.
Di şahîyê da hunermendê dengxweş Serdar Yildiz, Bilal Akdeniz, Samîra Mamezede û Zehra Zînê di şahîye da bernama muzikê pêşkêş kirin.
Şahîya pîrozbahîya 50 salîya PSK ya Wuppertalê seat 15.00 da dest pê kir û di seat 19.00 da bi serkeftî bi dawî bû.
*Di Dîroka Rojhelatê Kurdistan û İranê da Pêvajoyekê Nû
Mêvanên ezîz, beşdarên hêja,
Hûn hemî bixêr hatin.
Spas ji bo amadekarên vê Konferansê.
Ev konferansa bi navê "Geşedanên li Rojhelatê Kurdistan û Îranê" ne tenê
jibo hişyarî û agahdarîyê ye, heman demê da peyamekê jibo piştgirîya serhildana
gelê me yê rojhelatê Kurdistanê û Îranê ye.
Çavên me, guhên me, dilên me li Kurdistana Rojhelat e, îro
em tev Kurdên Rojhelatê Kurdistanê ne.
Li Rojhelatê Kurdistanê serhildanê di 16ê meha îlonê da li
Tehranê bi qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî
ji aliyê polîsên rejima Îranê destpê kir. Paşê Navenda Hevkarîyê a Partîyên Rojhelatê
Kurdistanê bangawazîya greva giştî kir û di demekê kurt da serhildan li
sernaserê Îranê belav bû.
Gelê Kurd û yên Îranê bû çar meh in ku li ser piyan in.
Rejîma paşverû bi hemî rê û olaxên xwe diçe ser gelê Kurd û Îranê.
Heta nuha 550 jin, mêr û zarok hatine kuştin ku ji wana 130 kes kurd in, 7500
kesan zêdetir jî mirov hatine desteserkirin.
Lê car jî gelê Kurd û Îranê bi mêrxasî berxwe didin û
têkoşîna xwe didomînin.
Di serhiladana dawî ya îranê da du nokte derdikevin pêş.
Yek jê ew e ku gelê Kurd bûye bingeh û pêşengê serhildanê…
Ya diduya serhildana dawî cara ewil e ku desthilatdarîya
teokrat ya Îranê dihejîne.
Serhildana gelên Îranê di têkoşîna azadî û demokrasîyê
da bi her awayî pêvajoyekê nû ye, pir
girîng e. Heta meriv dikare vê pêvajoyê
wek şoreş pênase bike, yan jî “Şoreşa Jîna Emînî” bi nav bike.
Sedemên bingehîn yên
serhildanê
Di vê mijarê da meriv dikare behsa du sedemên bingehîn yê
serhildana gelê Kurd û yên Îranê bike
Yek jê ya ideolojîk
Ya diduyan jî ya aborî.
Faktorên esasî faktorên ideolojik û sîyasî ne. Rejima îranê
li ser esasê dînî û nîjadî hatîye avakirin. Dewleta Îranê ne tenê li ser esasê
olî, li ser esasê mezehebî, mezhebe Şîa hatiye avakirin.
Ev tê wê maneyê ku dewleta teoratik ya îranê xelkê ku ne Şîa
ne wek welatî nabîne û wan welatî nahesibîne. Herwisa dewleta Îranê dijê jinan
e, wan mirov nahesibîne, mafê jîyanê nade wan.
Li li aliyê din rejima îranê li ser esasê nijada Farisî
hatiye avakirin. Em dizanên ku hejmara Farisan li Îranê ji sedî 50yî kêmtir e.
Bi gotinekê din gelên ne Faris mafê xwe yên jîyanê bêpar in
û welatîyên rasteqîn nayên qebul kirin.
Ev jî nişana wê yekê ye ku dewlet/rejima Îranê ji hemi
rewatîyê bêpar e, ji ber ku ne xelkê xeyrê Şîa dihewîne ne jî gelên ne Faris
wek welatî dinase. Bi gotineke din rejîma Îranê rejîmekê dijê jinan e, teokratik
e, nijadperst e û tu meşruiyete xwe tune ye.
Ji bo mijara aborî da jî meriv dikare behsa du xalan bike.
Yek jê ew e ku Îran îro li Rojhelata Navîn da wek dewletekê
emperyal, dagirker û kolonyal tevdigere. Îran hema bêja ji Iraqê bigir, heta
Suriye, Lubnan, Yemenê mudaxilê van hemî welatan dike. Li van welatanbi sedhezaran
milis xwedî dike, çek dide wan, şer finase dike. Ev tişt jî
maliyetekê/mesrefekê xwe yê mezin heye.
Siyaseta dagirker, militarist û meperyal ya Îranê wek
bihayî, feqîrî, hejarî vedigere hundurê Îranê.
Bi gotinekê din dewleta îranê ya dagirker dewlenmedîyên vê welatî li
derve jibo siyaseta dagirker xerc dike. Ev tişt ji nanê xelqê biçuk dike, rewşa
aborî xirab dike, aşîtîya civakî têkdibe.
Dewlemendî û îmkanatên aborî yên mayî jî diçe jibo pasdaran,
artêşê û çengek desthilatdaran. Çend sal berê Serokkomarê Îranê Ruhanî li
parlamnetoyê di axaftinekê xwe da tiştekî balkêş got: “Para herî mezin a
budçeyê diçe jibo artêşê , lê em nizanin ev pere jibo kî û çawa xerc dibe…”
Ev daxwuyanîya Ruhanî
itirafekê pir girîng e, hem dibêjê budçe ji artêşê ra diçe, him jî ji bo
vê tiştî tu kontrol û şefafî tüne ye.
Îro li îranê feqîriyekê pir kur heye, bertil ji hedê xwe derbas bûye, sîstem û desthilat
bi her awayî rizîyaye, civat ji alîyê nirxên ehlaqî û moral ve têkçûye.
Hemî van faktoran hêvîya gelên Îranê ji paşerojê qut kirîye
û bûye sebeb ku gel rabin ser pîyan û serî hildin.
Xisusîyetên Şoreşa Jîna Emînî
-Yek ji xisûsiyeta serhildana dawî ew e ku serhildan li seranserê Îranê belav
bûye. Îro hemî gelên Îranê Kurd, Farıs, Ezerî, Beluc û Ereb beşdarê serhildanê
bûne. Ev tişt him serhiladnê xurt dike, hem jî barê Kurdan sivik dike. Ger wisa
nebûya rejim dikaribû bi rehetî biçe ser Kurdan û wan qetil bikira.
- Ya diduyan ew e ku serhildana dawî tevgerekê sekular,
sivîl û azadîxwaz e. Hemî gelên Îranê ji rejîma teokratik ya olî nerazî ne û
jibo sistemekê sekular û demokratik têdikoşîn û rêbaz û metodên aştîyane û
sivîl bikartînin. Durê şiddetê disekinin.
-Xisusiyeta sisîyan rola jinan e. Îro em dibînin ku di
serhildanê da di refên herî pêş da jin xuya dikin. Ev tişt di diruşma “Jin,
Jiyan, Azadî”yê da li ber çavan e. Helbet li vir bandora keça Kurd Jîna Emînî
mezin e. Keça Kurd Jîna Emînî li
seranserê dinyayê bûye sembola azadî, demokrasi û wekhevîyê. Ji ber vê yekê em
serbilind in û şanaz in.
Li tevahîya cihanê jin piştgirîya şoreşa Jîna Emînî dikin.
Li cîhanê bi hezaran jinên hunermend, nivîskar, siyasetmedar bi porkurkirinê
piştgirîya xwe eşkere dikin. Ev tişt pir girîng e.
Alîkarîya jibo
serhildanê
Piştê ku serhildanê li Rojhelatê Kurdistan û Îranê
destpêkir, Kurd li seranserê cihanê rabûn li ser piyan jibo piştgirîya şoreşê
çalakîyan lidar xistin. Bi taybetî li Ewropa çalakîyên jibo pêştgirîyê bênavber
berdewam in û em ji vê yeke gelêkî serbilind in.
Her wisa di qada navdewletî da jî piştgirîya jibo serhildanê
ne kêm e. Hewlên jibo teroristnasandina Pasdarên îranê gavên girîng in. Wek
nimune Îran ji Komisyona Jinan ya YNê hat derxistin ku ev jî piştgirîyekê muhîm
e. Birêz Mustafa Hicrî di civîna
Enternasyonal a Sosyalîst da bi xelata aştî û aramîyê hat xelatkirin. Gelêk
alîyên sîyasî yên Ewropayê piştgirîya xwe jibo serhildanê eşkere kirin.
Rola Navenda
Hevkarîyê a Partîyên Rojhelatê Kurdistanê
Îro li saha Îranê aktorê sîyasî yê xwedî bandor Navenda
Hevkarîyê a Partîyên Rojhelatê Kurdistanê ye. Partîyên me yên Rojhelatê
Kurdistanê siyasetekê aklane û nujen rêvedibin, li gor rastiyên heremê
tevdigerin û bi hemlên xwe yên guncav planên qirêj yê rejimê puç dikin.
Ji serî heta îro Partîyên Rojhelatê Kurdistanê bang dikin ku
gel durê şer û şiddetê bisekinin û rê û metodên aştîyane û medenî bikar bînin.
Wek nimune Birêz Mustefa Hicrî di daxwuyanîyekê xwe da bang kir ku Kurd ne
mirinê, lê bi armanca ku bijîn têbikoşin.
Jiyanê ji xwe ra bikin armanc û li gor wê tev bigerin û berxwe bidin.
Herwisa Patîyên Rojhelatê Kurdistanê jibo pêkanîna tefaqekê
neteweyî li seranserê Îranê xebatên xwe didomînin û ji bo destxistina piştgirîya
qada navdewletî bê rawestan karên diplomatik rêvedibin.
Em ji ber vê yekê serbilind in û ev tişt jî ciyê bawerîyê ye
ku gelê Kurd wê bigijê azadîya xwe.
Hewlên rejîmê yên
neçar
Rejima dagirker û zorker ji bo pêşî li serhildana gelê Kurd û yên Îranê bigire û
bifetisîne hemî metodên hovane bikar tîne. Heta nuha bi sedan çalakvan
ratsterast bi destê hêzên dewletê hatine kuştin û bi hezaran kes hatine girtin
û işkence kirin.
Her wisa rejim bi top û muşekên xwe baregehên Partîyên
Rojhelat yên li Herêma Kurdistanê bombebaran dike û dixwaze serhildana gelên
Îranê wek pergalekê “hêzên derve” û “cudaxwaz”
bide destenişan kirin. Armanc ew e ku tevgera azadîxwaz û aştîxwaz di
qada navxweyî û derve da reş bike, wek terorist nişan bide û piştgirîya jibo
serhildanê qels bike.
Li aliyê din rewş jibo Îranê roj biroj teng dibe.
Îro li pêşîya Tehranê durê xwuya dikin.
Yek jê rejim dikare bi qetliamekê hîn dijwar û kitleyî biçe
ser xelqê û tevgerê bibelçiqîne. Lê ev rê jibo rejimê rêyekê garantî nîne, dibe
ku qetliamekê bi vê awayî dawîanîna rejimê zutir bike û wê biruxifîne.
Riya duduyan ew e ku rejim bi tawîzen biçuk, bi reformên
basit tansiyona serhildanê daxe û emrê xwe dirêj bike. Ji nuha ve rayedarên Îranê
peyamên nerm didin daku bigihîn vê armanca xwe.
Lê gevaên bi vê awayî jî dikarin du encamên cuda peyda bikin.
Tawîz û gavên paşveavêtin hem dikarin cesareta xelqê zêde bikin
ji bo stendina hîn destkevtîyên mezin. Li aliyê din dîrok nişan dide ku dema
desthilatîyek li himber muxalefetê/xelkê dest bi reforman bike, dawîya wê
leztir dibe.
Bi gotinekê din rejim çi dike bila bike, alternativên pêşîya
wê roj bi roj kêm dibin. Carekîhejêk, lerzêk li rejima hov ketîye û di demekê
dur yan dirêj da mutleqe ew rejim dê têkbêçe.
Erkên me çi ne, divê
em çi bikin?
Em partî û Kurdên derveyê Rojhelatê Kurdistanê li himber
berpirsîyarekê neteweyî ne. Divê em bi hemî imkan û hêza xwe piştgirîya tevgera
azadîya gelê Rojhelat û îranê bikin. Ne heweceye ku em xwe têxin şuna Partîyên
rojhelat û li ser navê wan taktik û stratejîyan biafirînên. Naxêr, divê em
partiyên rojhelat û serhaldana gelên îranê ji nêzig ve bişopînên û piştgirîya
ew gavên ku ew davêjin û siyaseta ku ew dirust dikin, bikin.
Herwisa em hewl bidin daku hêzên navdewletî zêdetir ambargoyan deynin li ser Îranê, zemina
operasyonên askerî û zexta li ser xelqê lê teng bibe. Rejima xwunrêj li cihanê
bê tecît kirin û dest û piyê wê bê şikandin.
Em divê hewl bidin ku parlamnetoyên cihanê rejîma îranê wek
terorist îlan bikin û zêdetir piştgirîya xelqê Îranê bikin.
qedera çar parçeyê Kurdistanê tu carî ewqasî bi hev ve
nehatîye girêdan. Azadiya gelê Rojhelatê Kurdistanê di heman deme da azadîya
hemî Kurdên Cihanê ye.
Spas dikim.
Serokê Giştî yê Partîya Sosyalîst a Kurdistan