PSKÊ LI WANÊ ŞEHÎDÊN AZADÎYÊ ŞÊX SEÎD Û HEVALÊN WÎ BI BÎR ANÎ

PSKê roja 29.06.2024an li Wanê bi minasebeta 99 salîya şehadeta Şêx Seîd û hevalên wî konferansek lidar xist. Konferansa bi navê “Tevgera Şêx Seîd a 1925an Di Têkoşîna Azadîya Gelê Kurd da” li salona avahîya Baroya Wanê da çêbû.

Nivîskar Mahmut Fevzi Fırat û Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel wek axaftvan beşdarê Konferansê bûn. Moderatorîya Konferansê Celal Yıldız kir.

Konferansa Tevgera Şêx Seîd a 1925an bi axaftina serokê PSKê Şaxa Wanê Tayip Kızılyıldız destpê kir. Kızılyıldız di axaftina destpêkê da xêrhatina mêvanan û axaftvanan kir û paşê jî Şêx Seîd û şehîdên Kurdistanê bi bîr anî.

Dura moderator Celal Yıldız bi kurtî behsa Tevgera Şêx Seîd û şehadeta hevalên wî kir û jibo rêzgirtinê beşdararn dawetê bêdengîyê kir.

Piştê rêzgirtina jibo şehîdan nivîskar M. Fevzî Firat dest bi axaftinê kir. Fevzî Firat di axaftina xwe da di destpêka sedsala bîstan da behsa siyaseta dewleta Osmanî û rewşa Kurdan kir. Fevzî Firat heman demê da rola malbata Şêx Seîd û a wî bi xwe kir û got ku birayê Şêx Seîd bi xwe jî jî beşdarê Tevgera 1913an a Bitlisê bûye. Firat cara ewil qala hîn hewl û xebatên Şêx Seîd kir û eşkere kir ku Şêx Seîd m,rovekê çawa aktif û çalak bûye.

Fevzî Fırat di dewamîya axaftina xwe da pêvajoya serhildana Şêx Seîd nirixand, besa derketina Şêx Elî Riza yê kurê Şêx Seid ji Tirkiyê kir û xebatên wî yê li Rojhelat û Başurê Kurdistanê xist bin ronahîyê.  Fevzi Firat got ku Şêx Elî Riza û hin kesayetîyan Kurd  beriya HOYBÛNê rêxistina bi navê Şimalê Kurdistanê ava kirine û bi destê vê rêxistinê İhsan Nuri Paşa şandine Agirîyê.

Pu ra Serokê PSKê Bayram Bozyel di axaftina xwe da rewşa Rojhelata Navîn a piştê Şerê Cîhanê a Yekem kir. Bozyel di mijara ku pişte Şerê Yekem da çira Kurd nebûn xwediyê dewletekê da liser sê xalan hûr bû; 1. Rewşa Kurdan, 2. Siyaseta Hêzên Navdewletî, 3. Siyaseta Kemalistan a derbarê pirsa Kurd.

Bozyel di axaftina xwe da diyar kir ku piştê Şerê Cihanê a Yekem da sedemê sereke yê ku rê neda Kurd bibin xwedîyê dewletekê İngiliz û Sovyet bûn. Ji ber ku her yek ji wan li himberê yê din dewletekê Tirk ya bi hêz dixwestin.

Bozyel siyaseta M. Kemal û hevalên wî ya derbarê Kurd da wek duru, pragmatist û keysperest pênase kir. Bozyel got ku Kemalistan li himberê Kurdan her tim du jargon/hincet bikar anin; Parastina Xilafetê û tehdîda Ermeniyan.

Bozyel di axaftina xwe behsa Tevgera Azadîyê (Cemiyeta Îstiklal a Kurdistan) kir, pêwendîyên diplomatik yên serokên Azadîyê Xalit Beg û Yusuf Ziya Beg derxist li ber çavan. Destpêka Tevgera Şêx Seîd û têkçûna Hereketê nirixand û darizandina/mehkemekirina serokên Tevgera 1925an wek huquka dijminane terif kir.

Bozyel di dawîya axaftina xwe da got; Dewleta Tirk ev bû sed sal e ku Kurdistanê bi rejîmekê awerte û siyasetekê kolonyalist îdare dike. Li aliyê din gelê Kurd jî bû sed sal e ku tu car stuyê xwe ji zilm û koletîyê ra xwar nekirîye û heta îro berxwe daye.

Piştê navberekê qasî nîv saet vê carê beşdaran pirsên xwe kirin û derbarê mijarê bîr û bawerîyên xwe anîn ziman.

Beşa diduyan a konferansê da beşdaran mafÊ axaftinê xwestin û her yek ji wan pirsen xwe kirin û axaftvanan jî bersîvên pirsan dan.

Konferansa Tevgera Şêx Seid a 1925an qasê 4 saet ajot. Gelek kesayetî, nivîskar, nûnerên partîyên siyasi û dezgeyên sivîl beşdarê Konferansê bûn.

 

 

 

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik