Serokê PSKê Bozyel; Divê partîyên Kurd tevî ferqî û rengên xwe yên cuda werin ber hev

Serokê PSKê Bozyel;

Divê partîyên Kurd tevî ferqî û rengên xwe yên cuda werin ber hev

Roja19.05.2024an Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel li Merdinê di avahîya PSKê da li ser Meseleya  Kurdistanê li Rojhelata Navîn û rewşa piştê hilbijartinên 31ê Adarê li Tirkiyê  gotûbêjek/sohebetek kir.

Gelek kesayetî û nûnerên partîyên Kurd beşdarê civîna/sohbeta li PSKê bûn. Serokê PWK Şaxa Mêrdînê Bedran Acar û hevalên xwe, berdevkê PDK Bakur Sait Ramazanoğlu, Nunerê Tevgera Avakirina Demokratî Kurdistanî -Suriya Mahmut Remo û hevalên xwe, karsazên Mêrdînê Bedrettin Karaboğa û H. İbrahim Kılıçasalan û gelek şexsîyetên Kurd hem beşdarê civîna li PSKê bûn hem jî bi nêrîn û pêşnîyarên xwe rengînî û dewlemendîyekê cuda li civînê  zêde kirin.

Civîna li avahîya PSKê bi axaftina jibo xêrhatinê a serokê Şaxa PSKê a Mêrdînê Salih Omeri dest pêkir. Salih Omeri beriya civînê mêvanan jibo şehîdên Kurdistanê deqekî dawetê rêzgirtinê kir.

Dura Serokê PSKê Bozyel dest bi axaftina xwe kir. Bozyel di axaftina xwe da behsa wê yekê kir ku “Ciyê xwemgîniyê ye ku di vê esra 21an da hîn jî miletê Kurd nebûye xwedî dewletekî. Lê di eynî wextê da ciyê şanazîyê ye ku  ji ber berxweda gelê Kurd ya sedasalî Rojhelata Navîn ketiye kirîzekê pir alî û hemî herêm ji ber vê yekê dikele. Îro di merkeza kelekela Rojhelata Navîn da meseleya Kurd û Kurdistanê cîh digire…”

Bayram Bozyel di dewamîya axaftina xwe da li ser rewşa Herêma Kurdistanê sekini, behsa pirsgirekên navxweyî kir, bal kişand li ser acîlîyeta pêkanîna artêş û idareyekê muşterek û bi vê awayî dewam kir; “Ger herdu partîyên me yên sereke tefaqeke stratejîk pêkbînên, Bexda qetiyen nikare bi Kurdan ra serî derkeve…”

Bozyel herwisa li ser rewşa dawî ya Rojhelat û Rojavayê  Kurdistanê sekini û bi taybetî bal kişand liser tefaqa hêzên Kurd yên li Rojavayê Kurdistanê. Bozyel got, ger Kurdên Rojava hêzên xwe bikin yek, wê yekê hem dê destê Kurdan dijê rejimê xurt bike hem ji dê kêfa dostên Kurdan bîne. “Divê bê zanîn ku Suriyekê nû û demokrat tenê liser hebûna Kurdan dikare ava bibe. Ji ber ku Kurd demokrat in, bi cihana medenî ra lihevhatî ne û hêzekê xurt in.”

Di beşa diduyan a axaftina xwe da Bozyel li ser encamên hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê axivî û behsa rewşa sîyasî a piştê hibijartinan kir. Bozyel got; “Di encamên hilbijartinan da faktore sereke pirsa Kurd bû. Siyaseta dijê Kurd AKPê tekbir. Ger AKP divê siyaseta xwe da ısrar bike wê aqubeta ANAPê bê serê wî. Wek xuyaye piştê hilbijartinan denklemekê/hevkêşeyekê nû peyda bûye. Ev jî dikare bibe sedemê normalizasyona sîyasetê û di siyasete da iklimekê nû peyda bike.”

Bozyel behsa bangawazîya AKPê a jibo desturekê nu kir û got divê alîyên Kurd vê mijarê wek firsendekê bibinin û hewl bidin ku bi helwestekê hevbeş mudaxîlê vê pêvajoyê bibin.

Bozyel her wisa bal kişand liser hevkarî û tifaqa partîyên Kurd. Bozyel got “Em amade ne û bixwe bawer in ku jibo gavên demokratik û guhartinê bi hemî alîyên siyasi ra hevkarîyê bikin, di vê meseleyê da em xwe bisînor nakin. Lê jibo me tiştê esasî û stratejik pêkanîna hevkarî/tefaqekê Kurdistanî ye. Pêkanîna tifaqekê neteweyî hem acîl e hem jî jibo vê daxwazekê xurt heye. Çawa heta anha me xebat kirîye, ji îro pê ve jî em ê xebata xwe bimeşînên. Em partiyekê Kurdistanî ne, heman demê da jî partiyekê sosyalist. Divê em partiyên Kurd tevî ferqî û rengên xwe yên cuda werin ber hev. Ji ber ferqîyên me, em partîyên cuda ne, hekena em çira wek partîyên cuda hene.”

Bozyel di axaftina xwe behsa girîngîya danûstend û hevdîtinên di navbera Kurdan da kir û daxwaz kir ku hevdîtin û sohbetên bi vê awayî zêde û berdewam bibin. Serokê PSKê di dawîya dawî da spasîya beşdaran kir û bi hevdîtina wan kêfxweşîya xwe eşkere kir.

Piştê civîna Mêrdinê Serokê PSKê Bozyel û tevê havalên xwe Selva Baksi, Serhat Bozhan, Mecid Durmuş, Vedat Dede, Fuad Akkaya, Nuri Mavlav, Murat Dağdelen û Xalid Demir vegeriyan Diyarbekirê.

19.05.2024

Buroya PSKê a Çapemenîyê

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik