Lêxwedîderketina destkeftîyên Başûrê Kurdistanê wazîfeyeke neteweyî ye

Başûrê Kurdistanê careke din rû bi rûyî êrîşên Dewleta Tirkîyeyê û Îranê dibe.

Ji alîyekî ve Dewleta Îranê bi fuzeyan, bi topbaranan êrîşan dibe ser Başûrê Kurdistanê; ji alîyekî ve jî Dewleta Tirkîyeyê êrîşên bejayî û hewayî dibe ser Başûrê Kurdistanê, li wê derê qereqolan, navendên eskerî datîne û beşeke axa Başûrê Kurdistanê dagir kirîye.

Tirkîye jî, Îran jî ji hebûn, destkeftin û pêşketinên li Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê aciz in; naxwazin ew destkeftin pêşdetir biçin.

Serokomarê Tirkîyeyê Recep Tayîp Erdoğan pir bi aşkereyî gotibû ‘’Wê xeletîya ku me li Bakurê Iraqê kirîye, emê li Bakurê Sûrîyeyê dubare nekin’’. Helbete ku hebûn û helwest û kiryarên xelet yên PKKyê yên li Rojavayê Kurdistanê û bêtifaqîya kurdan,  rê ji vê armanca Dewleta Tirkîyeyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê re xweştir dike. Lê  gava ku em sîyaset, êrîş û dagirkirinên Tirkîyeyê yên li ser Efrînê, Serê Kanî, Girê Sipî û hemû Rojavayê Kurdistanê dinirxînin, divê em wan gotinên Erdoganî ji bîr nekin û em bizanibin ku ew gotin nîşana armanc û planeke stratejîk a Dewleta Tirkîyeyê ye jî.Dewleta Tirkîyeyê li Rojavayê Kurdistanê, dixwaze rê li ber statuyeke neteweyî, sîyasî bigire.

Herweha gava ku em van êrîş û dagirkirinên Tirkîyeyê yên li ser axa Başûrê Kurdistanê dinirxînin, divê em bibînin ku, Dewleta Tirkîyeyê ‘’li Bakurê Iraqê’, ango li Başûrê Kurdistanê  nikarîbû  rê li ber destkeftina federalî ya Herêma Kurdistanê bigire; lê nuha dixwaze ‘’Ew xeletîya ku li Bakurê Iraqê’’ kirine hîna pêşdetir neçe,  dixwaze Kurd lawaz bibin û destkeftinên nû bidest nexin.

Nuha hebûn û kiryar û sîyaseta PKKyê ya ku li Başûrê Kurdistanê dimeşîne, rê ji vê armanc û plana Dewleta Tirkîyeyê xweştir dike. Heger PKKyê heta îro li Parlamento, Serokatî, Hikûmet û Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê guhdar bikira û li gorî biryarên Rêveberîya Herêma Kurdistanê tevbigerîya, dê Dewleta Tirkîyeyê nikarîbûya bi vî şiklî, bi rehetî van êrîşan û dagirkirinan pêk bianîya. Herweha  dê rewşa Başûr baştir bibûya, dê destê Rêveberîya Herêma Kurdistanê li himberî Bexdayê , Îranê, Tirkîyeyê , xurtir bibûya. Gelo PKKyê wan gund û çîya û navçeyên  Başûrê Kurdistanê yên ku di destê wê de bûn, ku piranîya wan îro ketine destê Dewleta Tirkîyeyê; bi xweşî, bi lihevkirin teslîmî RêveberîyaHerêma Kurdistanê kiribûya dê ne rastir, baştir û maqûltir bûya.

Aşkereye ku van êrîşên hewayî û bejayî yên Dewleta Tirkîyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û dagirkirina axa wê, ji ber gelek sebeban, ne mimkun e ku bêyî destûr  û çavlêgirtina  Emerîka û Dewleta Iraqê bêne kirin. Dewleta Tirkîyeyê dixwaze ji vê valahîya heyî û  ji van kiryarên PKKyê sûdê werbigire; dixwaze çavlêgirtin û pejirandina Bexdayê û Emerîka jî ji xwe re bike wek firsendekê û Başûrê Kurdistanê dagir dike.

Helbete ku, Parlamento, Serokatî, Hikûmet û Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê jî divê bi zelalî li dijî van êrîş û dagirkirinên Dewleta Tirkîyeyê, li himberî êrîşên Dewleta Îranê helwestê bigirin û di qada navneteweyî de, meşrûbûn û desthilatdarîya xwe ya li ser axa Başûrê Kurdistanê biparêzin, ji bo rê li van êrîşan bê girtin divê dîplomasîyeke xurt bimeşînin.

Mixabin, Parlamento, Hikûmet, Serokatî û Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê, partîyên sîyasî yên Başûrê Kurdistanê, yekgirtina xwe ava nakin, li destkeftinên xwe bi qasî pêwîst in xwedî dernakevin, dezgehên dewletbûnê nakin yek; wek dewleteke yekgirtî tevnagerin. Ev jî rê ji plan û êrîş û xerabîyên xêrnexwazan re xweştir dike û kêfa van xêrnexwazan tîne. Berîya her tiştî, divê partîyên Başûrê Kurdistanê, bi tifaq û yekgirtinê, zûtirîn wext çareserîyeke maqûl û mayînde ji pirsgirêkên xwe yên navxweyî  re bibînin.

Divê Şingal wek beşeke Herêma Kurdistanê bi taybetmendîyên xwe îdareya xwe ya herêmî bike

Şingal careke din bûye sehaya şer û nexweşî û koçberîyê.

Nuha ji %80yê nifûsa Şingalê, cîh û warên xwe yên li Şingalê terk kirine. Piranîya wan çûne dor û bera Dihokê, hinek ji wan çûne Hewlêrê û welatên Ewropayê.

Bexdat jî, Dewleta Îranê û Dewleta Tirkîyeyê jî dibêjin ‘’Bila Şingal û navçeyên ku mijara madeya 140î ne nebin beşek Herêma Kurdistanê .Ya baş ewe ku Şingal di destê Artêşa Iraqê, di destê Bexdayê da be, ne di destê Rêvebirîya Herêma Kurdistanê de be.  Heger ev ne minkun be jî, bila her cîhê şer û pevçûn lê hebe be, statuya wê dîyar nebe.…’’.

Em dibêjin rêya meşrû, maqûl û rast  ewe ku, rewşa Şingalê û ya hemû navçeyên ku mijara madeya 140î ne, li gorî madeya 140î bêne çareser kirin. Divê hemû gelê Şingalê bikaribin vegerin Şingalê û  li gorî taybetmendîyên dînî, kulturî û dîrokî yên xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî, Meclîsa Herêmî ya Gelê Şingalê di bin desthilatdarî û alîkarîya Parlamento, Serokatî, Hikûmet û Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê de , bi mafên xwe yên taybet  Şingalê birêvebibin.

Heta ku çareserîyeke esasî ji Şingalê û ji hemû herêmên Başûrê Kurdistanê yên ku mijara madeya 140î ne bê dîtin, divê peymana Bexda û Hewlêrê ya ji bo Şingalê bê bicîh anîn. Ev peymana, dê êşa birînên xuşk û biryayên me yên Kurdên Êzidî kêmtir bike, dê rê ji alandina van birînan re xweştir bike.

Divê Bexdat, Artêşa Iraqê, Heşda Şahbî, YBŞ, PKK, Turkîye, Îran û hemû dewletên cîhanê rêzê li îradeya meşrû ya gelê Şingalê ya di referandûma 25ê îlona 2017ê da û rêzê li îradeya gelê Şingalê ya di hibijartina 10ê Cotmeha 2021ê da bigirin.

Ew fikir û sîyasetên ku dixwazin Şingal  jî wek Necef û Kerbela û Mûsilê, di bin desthilatdarîya Bexdayê de be, fikir û sîyaseta dagirkerên Iraqê ye.

Ew fikir û sîyaseta ku ji alîyê YBŞyê ve tê parastin, ku naxwazin Şingal  di nav desthilatdarîya Herêma Kurdistanê de be, dixwazin Şingal wek herêmeke otonom bi Bexdayê ve bê girêdan, ne fikir û sîyaseta Kurdistanîyan e, bi tu awayî nayê qebûl kirin. Şingal Kurdistan e. 

PKK divê rêzê li desthilatdarîya Rêveberîya Herêma Kurdistanê bigire

PKK divê demildest şerê xwe ji axa Başûrê Kurdistanê dûr bixe, divê dawî li vî  şerê çekdarî yê zerarê dide gelê me bîne.

Divê PKK û hemû hêzên çekdar û sîyasî, hemû dewletên herêmê û cîhanê, li her alîyekî Başûrê Kurdistanê, fermîbûn,  meşrûîyet, otorîte, desthilatdarî, serwerî û biryarên Parlamento, Serokatî, Hikûmet û Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê nas bikin, qebûl bikin û li gorî wê tevbigerin.

PKK, HDP, DBP, DTK û alîyên din ên peywendîdar, divê di  ragehandina xwe da, di  çalakî û xwepêşandanên xwe da,  dawî li gotin û propagandayên xwe yên  ku dibêje  ‘’Malbata Barzanîyan û PDK îxanetê dikin’’ bînin.

Li gel hemû gotin û kiryarên neyênî yên  di derbarê Malbata Barzanîyan û PDKyê da, helwesta Birêz Serok Mesûd Barzanî ya ku rê li ber şerekî di nav Kurd û Kurd de digire, nahêle Kurd xwîna Kurdan birijîne, helwest û sîyaseteke cîhê rêzê ye. Birêz Serok Mesûd Barzanî  divê di ragehandina xwe da jî nehêle ku kes bi gotinên nexweş zerarê bide vê hesasîyet û helwesta çêker ya cenabê wî.

Divê hemû kurdên cîhanê, bi helwesteke neteweyî, niştimanî li serwerî û destkeftinên federe yên Başûrê Kurdistanê xwedî derkevin û li himberî hemû kiryar û propagandayên ku birînên kûr di bîr û hest û hişmendîya miletê me de veke, helwesteke zelal bigirin.

14.05.2022

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê)

PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistanê)

TDK-TEVGER(Tevgera Demokratîk a Kurdistanê)

En çok Okunan İçerik

Birleşmiş Milletlerin 1948 yılında, 10 Aralık gününü Uluslararası İnsan Hakları Günü olarak ilan etmesinin üzerinden bunca yıl geçmesine rağmen, insan haklarında iyileşme olduğundan bahsetmek mümkün değil.

Birçok ülkede insan hakları ayaklar altına alınıyor, hak savunucuları tutuklanıyor, öldürülüyorlar. Ama bugünü İnsan Hakları Günü olarak ilan eden BM’nin hak ihlallerine karşı sesi yeterince çıkmıyor.

İnsan haklarının ayaklar altına alındığı Türkiye’de hak talep edenler “terörist, bölücü” ve benzeri adlarla yaftalanıyorlar, tutuklanıyorlar.

Birkaç yıldır Türkiye’de adil yargılamadan, din ve vicdan hürriyetlerinden bahsetmek mümkün değil.

Muhalif basının susturulduğu, onlarca gazeteci ve yazarın mahkemelerde süründürüldüğü, ağır hapis cezalarına çarptırıldığı Türkiye’de, düşünce, düşüncesini ifade etme ve örgütlenme gibi temel haklar ayaklar altında, çiğneniyor.

AKP iktidarı Avrupa İnsan Hakları Mahkemesi’nin kararlarını uygulamıyor.

İnsan haklarını ayaklar altına almak için Pandemi’yi bahane olarak kullanan AKP iktidarı, başta emekçiler olmak üzere toplumsal kesimlerin örgütlenme özgürlüğünün önüne sayısız engeller çıkartıyor, grevleri, hak arama eylemlerini yasaklıyor. Gösteri yapma özgürlüğünü kullanma artık Valilerin iki dudağı arasında. Bu hakkını kullanmak isteyenlerin üstüne panzerlerle, gaz bombalarıyla gidiliyor.

Mahkûmların hakları giderek kısıtlanıyor, lebalep dolu cezaevlerinde hak ihlalleri, işkence ve “intihar” rutin hale geldi.

Kadınların, LGBT bireylerinin yaşam hakkı güvencede değil, her gün saldırıya uğruyorlar, öldürülüyorlar.

KHK ile işine son verilenlerin mağduriyetleri devam ediyor, resmi görüş bağımlısı ve iktidar yandaşı olmayan,  akademisyenler işinden-aşından oluyor.

Binlerce muhalif Kürd politikacı, belediye başkanı, eski milletvekili ve sendikacı cezaevindeler.

Kararnamelerle birer padişah haline gelen Valiler, Kürdistan illerinde gösteri ve yürüyüş yapmayı yasaklıyorlar.

Kürdistan’da kırsal kesimde yaşayan halk, sık sık ilan edilen sokağa çıkma yasakları nedeniyle yılın önemli bir bölümünü evinde geçiriyor.

Kürdistan’da yürütülen askeri operasyonlar, yaşam hakkı üzerinde büyük bir tehdit oluşturuyor.

Kürd çocukları bugün de anadilde eğitim hakkında mahrumlar.

Kürdçe basın-yayın ve televizyon kanalları üzerindeki amansız baskılar artarak sürüyor.

İnsan hakları için mücadele barış, değişim ve demokrasi mücadelesinin, Kürdistan hak ve özgürlük mücadelesinin ayrılmaz bir parçasıdır.

10 Aralık Uluslararası İnsan Hakları Günü vesilesiyle Kürdistan sosyalist partisi-PSK, bir kez daha insan haklarının korunup geliştirilmesi, eksiksiz hayata geçirilmesi için tüm yurtsever, barışçı, özgürlükçü, devrimci ve demokrat güçleri el ele vermeye çağırıyor.

Birleşmiş milletler, Avrupa Birliği ve öteki uluslararası insan hakları örgütleri Türkiye ve Kürdistan’daki hak ihlallerine karşı seslerini daha fazla yükseltmelidir.

 10 Aralık 2021

PSK-Kürdistan Sosyalist Partisi

Basın Bürosu

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz