Heyeta DDKDê Jibo Piştgirîyê Serdana PSKê Kir

Heyetekê li ser navê DDKDê roja 28.12.2022an jibo piştgirîyê serdana PSKê kir.

Heyeta DDKDê ku ji A. Halim İpek, Abdulhay Okumuş û hinek revebiran pêkhatibû di serdana PSKê da avêtina polis li ser PSK ê û berhevkirina Alaya Kurdistanê şermezar kirin û piştgirîya xwe jibo PSKê dîyar kirin. Heyeta DDKDê herwisa jibo Kongreya Sêyemîn a PSKê û  hilbijartina organên nû yên PSKê pîrozbahîya xwe pêşkêş kirin.

Li ser navê PSKê Cigirê Serokê Giştî Selva Baksi, Endamê Rêvebirîya Navend Ahmet Kılıl, Serokê Şaxa Amedê Hidayet Fidan û rêvebirê Şaxa Amedê Cahit Alver pêşwaziya Heyeta DDKDê kirin û jibo piştgirî û ziyaretê kêyfxweşîya xwe anîn ziman.

Ziyaret û hevdîtin di atmosferekê erênî da qedaîya.

En çok Okunan İçerik