Heyeta PSKê Nunertîya Partîya Pêşverû ziyaret kir

Heyeta PSKê Nunertîya Partîya Pêşverû ziyaret kir

Heyeta PSKê ku ji Serokê Giştî Bayram Bozyel, Cîgirê Serokê Giştî Celal Yıldız, endamên Meclisa PSKê Mesud Tek û Tayyip Kızılyıldız û nûnerê PSKê li Hewlêrê Welî Koparan pêktê,  roja 10.09.2023an li Silêmanîyê Nûnertîya Partîya Pêşverû ziyaret kir.

Endamê Mekteba Sîyasî û Nûnerê Partîya Pêşverû yê Herêma Kurdistanê Elî Şemdîn û hevalên xwe pêşwazîya Heyeta PSKê kirin.

Di hevdîtinê da Serokê PSKê Bayram Bozyel û Nûnerê Partîya Pêşverû Elî Şemdîn rewşa Bakur û Rojavayê Kurdistanê goftûgo kirin,  bi taybetî li ser geşedanên Rojavayê Kurdistan û Suriyê hûr bûn.

Elî Şemdîn behsa rewş û şerd û mercên Rojavayê Kurdistanê kir û agahîyên berfireh anî ziman. Elî Şemdîn got ku her ku diçe rewşa jîyanê li Suriyê zehmetir dibe û ciwan bajarên Kurdan terk dikin. Herwisa Şemdîn behsa wê yekê kir ku guhartina rejima Esad nemimkun e û divê meselay Kurd bi rejîmê ra were qisekirin.

Nunerê herdu partîyan dubare pêwendîyên di navbera PSKê û Partîya Pêşverû yên xurt eşkere kirin û li ser dewamkirina diyaloga navbera herdu partîyan lihev kirin.

Heyeta PSKê di çend rojên pêş da dê gelek partî û alîyên Kurdistanê ziyaret bike û hevdîtinan pêkbîne.

 

 

 

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik