Heyeta PSKê Serdana Serok Mesud Barzani Kir

Heyeta Partiya Sosyalîst a Kurdistan ku demek e li Kurdistana Başur didar û giftugo ligel rêxistinên siyasî dike, di 13ê meha Îlonê li Serêreşê serdana Serok Barzani kir.

 

Di destpêka giftugoyê Heyata PSK û Serok Barzanî de, ku li Baregeha Serok Barzanî hat çêkirinê , Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel, zanyariyeka kurt derbareyê Kongreya Sisê a Partiya xwe û rewşa Tirkıyê û Kurdıstana Bakur kir.

 

Serok Barzani jî kêfxweşiya xwe ji vê didarê anî ziman û bir û baweriya xwe li ser bûyer û pêşhatayên navçe û Kurdisrane got û daxwaza hevkariya hêzên Kurdıstana Bakurê kir.

 

Di hevdîtinê da Endamê Polit Buro û Berpirsê Pêwendiyên giştî yê PDKê û Nizar Botanî beşdarê hevdîtinê bûn.

 

Hevdîtina heyeta PSK, ku ji Serokê Giştî Bayram Bozyel, Cigirê Serokê Giştî Celal Yildiz, endamên Meclisa Partiyê Mesud Tek û Tayyip Kizilyildiz, nunerê PSK li Herêma Kurdistanê Veli Koparan pêkhati bû, ligel Serok Barzani di atmosfereka samimi de çêbû û bi berhemdar bû

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik