Heyeta PSKê Serdana YNKê kir

Heyeta PSKê Serdana YNKê kir

Heyeta PSKê ku  ji Serokê Giştî Bayram Bozyel, Cîgirê Serokê Giştî Celal Yıldız, endamên Meclisa PSKê Mesud Tek û Tayyip Kızılyıldız û nûnerê PSKê li Hewlêrê Welî Koparanpêktê,  li Silêmanîyê serdana YNKê kir.

Li ser navê YNKê Endamê Deftera Sîyasi  Emin Babaşêx û heyeta YNKê pêşwazîya heyeta PSKê kirin.

Di hevdîtinê da Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel behsa rewşa siyasi ya Tirkiyê kir, bal kişand li ser êrîşên li ser Kurdan û tesîra kirîza aborî ya li ser gel anî ziman.

Bozyel di axaftina xwe da got, “Bingeha hemî problemên Tirkiyê nesafîkirina pirsa Kurd e û ji ber sîyaseta dijê Kurd Tirkiye ji her alî ve xitimîye.  PSK bi hemî alîyên Kurd ra pêwendîyên xwe heye  û jibo pêkanîna hevkarîyekê Kurd ya berfirek xebatên xwe didomîne…”

Di hevdîtinê da herwisa Serokê Giştî yê PSKê Bozyel û Endamê Mekteba Siyasi yê YNKê Emin Babaşêx li ser geşedanên li Herêma Kurdistanê, Rojhelat û Rojavayê Kurdistan û Irakê bîr û rayên xwe anîn ziman. Nunerên herdu partîyan wê yekê teyîd kirin ku alîyên Kurd bi helwestekê netweyî û aqlekê stratejik dikarin bi rîskên li pêşîya Tevegera Kurd ra serî derkevin.

Hevdîtina Heyeta PSK û YNKê qasê du saetek ajot û hat eşkere kirin ku diyalogên di navbera herdu partîyan bi awayekê sîstematik bidomin.

Heyeta PSKê di çend rojên pêş da dê gelek partî û alîyên Kurdistanê ziyaret bike û hevdîtinan pêkbîne. 

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik