Komela Şeyh Said ji bo Piştgirîyê Serdana PSKê Kir
Komela Şeyh Said ku navenda wê li Diyarbekirê ye ji bo piştgirîyê û pîrozbahîyê roja 25.12.2022an serdana PSKê kir. Heyeta Komela Şeyh Said ku ji Kasım Fırat, A. Samet Bilgin û rêvbirên Komelê pêkhatibû di serdanê da hem jibo pêkanîna Kongreya Sêyem a PSKê û hilbijartina rêveberîya nû ya partîyê pîrozbahîyê xwe peşkeş kirin, hem jî avêtina polis li ser PSKê û  berhevkirina alayên Kurdistanê şermezar kirin.

Li ser navê PSKê jî Cîgirên Serokên Giştî Hasan Dağtekin û Selva Baksi û rêvebirên partîyê ji bo zîyaretê spasîya heyeta  Komela Şeyh Said kirin û bal kişandin li ser girîngîya diyaloga navbera dezge û rêxistinên Kurdî.
  

En çok Okunan İçerik