Partiya Pêşveru û PSK Li Hev Civiyan

Di roja şemiyê (23.11.2024) heyetên Partiya Pêşveru (Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê-PDPKS) û PSK li hev civiyan û derheqa bûyer û pêşhateyên Kurdistan û navçeyê Rojhilata Navinê giftugo kirin.

Di civinê da herdu alî jî çext li ser vê yekê kirin, ku di Rojhilata Navin de guhartinên mezin têne pêşbinî kirin û derfeteke baş û mezin li pêşiya tevgera azadixwaza Kurdistanê hene. Bona ku bizava netewiya Kurdistanê derfetan bike destkevt, divê di her parçeyên Kurdistanê hevkariya hêzên welatparêz bêne ava kirinê û di nava hemu perçeyên Kurdistanê da diyalog û hevkarî were xurttir kirinê.

Di vê hevditinê da heyeta PSK ji aliyê Serokê Giştî Bayram Bozyel, cigirên Serokê Giştî Selva Baksi û Celal Yildiz, endama Meclisa Partiyê Mesud Tek û nunerê PSK li Herêma Kurdistanê Veli Çolemergî, heyeta PDPKS ji ji Endamê Politburu û Nunerê Herêma Kurdistanê Eli şemdin û kadrên peyvendî û komiteyê Herêma Kurdistanê Ehmed Simo û Ridvan Şexo pêkhati bû.

Nêzîk bûna bir û boçûnên herdu partî li ser rewşa Kurdistan û Rojhilata Navîn ciyê dilxweşiya herdu alî bû.

En çok Okunan İçerik