Platforma Ked û Demokrasîyê ji bo Piştgirîyê Serdana PSKê kir
Platforma Ked û Demokrasîyê ya Amedê ku ji gelek dezgeyên sivîl, sendîqe û odeyan pêktê, roja 23.12.2022an jibo piştgirîyê PSKê ziyaret kir.

Heyeta Platforma Ked û Demokrasîyê ku ji Songül Aytek, Zülküf Güneş, Samet Uçaman, Murat Bilgiç ve Şiyar Gültekin pêkhatibû ji aliyê Cîgirê Serokê Giştî Selva Baksi, endamên Licneya Rêvebiriya Navend a PSKê  A. Haydar Fırat, Ahmet Kılıl, Serokê Şaxa Amedê Hidayet Fidan û rêvebirên PSKê ve hat pêşwazîkirin.

Heyeta Platforma Ked û Demokrasîyê avêtina li ser avahîya PSKê û berhevkirina alayên Kurdistanê şermezar kir û piştgirîya xwe ji bo PSKê eşkere kir.

Li ser navê PSKê jî Selva Baksî û A. Haydar Fırat ji bo serlêdan û piştgirîya Heyeta Platforma Ked û Demokrasîyê sipasîyên xwe pêşkêş kirin û girîngîya dîyalogê anîn ziman.

Di hevdîtinê da herdu alîyan herwisa li ser rewşa Kurdistan û Tirkîyê bîrûrayên xwe parve kirin û daxwaza berdewamîya hatûçûnê kirin.

En çok Okunan İçerik