PSKê Li Amedê Serdana Komeleya Şêx Seîd Kir

Serokê Giştî yê Partîya Sosyalîsta a Kurdistan (PSKê) Bayram Bozyel û heyeta ku Cihgirê Serokên Giştî Selva Baksî û Celal yıldız, Endamê Rêvebirîya Navendê Ahmet Kilil û Endamê rêvebiriya Amedê  Fuad Akkaya pêhhatibû, roja 12.11.2024an li Amedê serdana Komeleya Şêx Seid kirin.

Heyeta PSKê ji alîyê Serokê Komeleya Şêx Seid Kasım Fırat, rêvebirên Komeleyê Samed Bilgin, Azad Zal û havelên wî ve hat pêşwazîkirin.

Di ziyareta Komeleya Şêx Seid da Serokê PSKê Bayram Bozyel behsa girîngîya xwedîlêderketina Serokê Kurdan Şêş Said û hevalên wî yên şehid kir û got: Em êrişên nijadperestên Tirkan yên li ser nirx û kesayetîyên Kurdan, bi taybetî jî yên li dijê Serokê Gewre yê Miletê Kurd Şêx Seid  bi tundî şermezar dikin. Em tu car rê nadin ku destdirêjî li nirx û rûmetên Gelê Kurdan bê kirin. Şêx Seid û hevalên wî Rumeta me ne.

Serokê Komeleya Şêx Seid jî xêrhatina heyata PSKê kir û jibo piştgirî û helwesta wan spasîya xwe kir.

Di hevditinê da he wisa behsa nîqaş û geşedanên dawî yên li Tirkiyê û Kurdistanê hat kirin. Hem Serokê PSKê Bozyel hem jî Serokê Komeleya Şêx Seid bal kişandin li ser pêkanîna helwestekê hevpar ya Tevgera Kurd. Hat eşkere ku divê Gelê Kurd di ronahîya ceribandinên sedsala borî da rê nedin ku firsendên dîrokê yên li pêşîya Kurdan berhewa bibin û  divê Kurd ev car bi ferasetekê neteweyî tevbigerin.

Hevdîtin di atmosferekê samîmî û berhemdar da xilas bû.

13.11.2024

Buroya Çapemenîyê a

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

           (PSK)

 

En çok Okunan İçerik