PSKê Pêşwazîya Heyeta Partîya Yekitî Suriyê kir

Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel roja 12.11.2023an li Nivîsgeha Hewlêrê pêşwazîya heyetekê Partî Yekitî Kurdistana Suriyê kir. Heyeta Partî Yekîtî Kurdistana Suriyê ku ji İbrahim Biro (Endamê Politburo) û Newaf Reşit (Endamê Politburo û Nunerê Partîyêli Hewlêrê) pêhatibû di serlêdana PSKê da derbarê Rewşa Kurdên Suriyê agahdarî dan û  eşkere kirin ku pêwendiyên xwe û PSKê xurt bikin û pêş da bibin.

Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel jî xêrhatina heyeta Partîya Yekîtîyê kir û bal kişand li ser wê yekê ku bi vekirina Nivisgeha Hewlerê dê pêwendiyê PSKê û partiyên Rojhelat, Rojava, û Başurê Kurdistanê hîn xurtir bikin û jibo pêkanîna siyasetekê muşterek Kurdistanî hewl bidin.

Cihgirê Seokê Giştî yê PSKê Selva Baksi, Celal Yıldız, Serhat Bozhan û Nunerê Hewlêrê Weli koparan jî di hevditinê da cîh girtin.

Hevdîtina  PSK û Partîya Yekîtîyê bi serkeftî  û berhemdar derbas bû.

En çok Okunan İçerik