PSKê Serdana Diwana Serokatîya Herêma Kurdistanê kir
Heyeta PSKê ku ji Serokê Giştî Bayram Bozyel û endamên Lijneya Rêvebirîyê Selva Baksi, Celal Yıldız, Serhat Bozhan û Nunerê Hewlêrê Weli Koparan pêkhatibû, îro (9.11.2023) li Hewlêrê serdana Diwana Serokatîya Herêma Kurdistanê kir.
Serokê Diwana Serokatîya Herêma Kurdistanê Dr. Hemid Derbendî pêşwazîya heyata PSKê kir.
Di ziyaretê da rewşa siyasî a Tirkîyê, Kurdistanê û Rojhalata Navîn hat rojevê, li ser bûyerên dawî alîyan bîr û rayên xwe anîn ziman.
Serokê PSKê Bayram Bozyel derbarê pêvajoya sîyasî li Bakurê Kurdistanê ûTirkîyê nêrinên xwe destnîşan kir. Dr. Hemid Derbendi jî derbarê rewşa Kurdistan û Iraqê û pêwendîyê nabera alîyên siyasi heyeta PSKê agahdar kir.
Hevdîtin bi awayekî berhemdar û serkeftî xilas bû.
En çok Okunan İçerik