PSKê Serdana ENKSê kir

Heyeta Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) ku ji Serokê Giştî Bayram Bozyel, Cigirên Serokên Giştî Selva Baksi û Celal Yıldız, Endamê Meclisa Partîyê Mesud Tek û Nunerê Hewlêrê Velî Koparan pêkhatibû roja 19.11.2024an li Hewlêrê serdana Encumena Niştîmana Kurd li Suriyê (ENKS) kir

Heyeta PSKê ji alîyê berdevkê ENKSê Cedan Alî û nunerên partîyên ENKSê ve hat pêşwazî kirin.

Di hevdîna heyetên PSKê û EKSê da behsa geşedanên li Kurdistan û herêmê hat kirin. Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel di axaftina xwe da li ser nîqaşên dawî yên li Tirkiyê û helwesta Kurdî sekini û got; Divê hemî alîyên Kurd bi yek dengî pêşwazîya guhertinên li Tirkiyê û Rojhelata Navîn bikin. Tenê bi helwestekê muşterek Kurd dikarin ji geşedanên ku li heremê diqewimin istifade bikin.

Di hevdîtina  herdu alîyan da Cedan Alî jî ji ber ziyareta PSKê kêxxweşîya xwe anî  ziman û got. Em tevî astengî û zehmetîyan ji paşerojê bihêvî ne. Divê li çar parçeyên Kurdistanê da Kurd helwesta xwe nêzîgê hev bikin.

Civîna PSKê û ENKSê  di atmosferekê germ da û berhemdarî xilas bû.

19.11.2024

Buroya Çapemenîyê ya

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

        (PSK)

En çok Okunan İçerik