Heyeta Partiya Sosyalist a Kurdistan (PSK) ku ji Serokê Giştî Bayram Bozyel, Cigirên Serokê Giştî Selva Baksi, Celal yıldız, Endamê Meclisê Mesud Tek û nunerê Hewlêrê Veli Koparan pêkhatî roja 23.11.2024an li Hewlêrê serdana Komela Zehmetkêşên Kurdistan /İran kir.
Li ser navê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Sekreterê
Komelayê Riza Kabî, Endamên Komiteya
Navendi Emcet Huseyin Penahî, Mensur
Yusufî û rêvebirên Komeleyê
pêşwazîya Heyeta PSKê kirin.
Di hevdîtinê da Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel li ser
rudan û nîqaşên dawî yên li Kurdistan,
Tirkiyê û rojhelata Navîn nêrinên PSKê anî ziman. Bal kişand ku divê Partiyên
Kurdistanê him li her perçeyê Kurdistanê û him jî li çar parçeyê Kurdistanê
helwesta xwe nêzigê hev bikin û bi yek dengî pêşwaziyê li geşeadanan bikin.
Sekreterê Komela Zehmetkêşên Kurdistanê Riza Kabî jî behsa rewşa
İranê û tevgera Kurd li Rojhelatê Kurdistanê kir û got di serî da gelê Kurd û
hemî gelen İranê ji ruxandina rejmê ra amade ne. Ger ruxandina rejime were
rojevê gelê Kurd amade ye û dikare rolekê aktif bilîze.
Civîna PSKê û Komeleyê di atmosferekê dostane û berhemdar
derbas bû.
23.11.2024
Buroya Çapemenîyê ya
Partiya Sosyalist a
Kurdistan
(PSK)