PSKê Serlêdana Hîzba Zehmetkêşên Kurdistanê kir
Heyeta PSKê ku ji Serokê Giştî Bayram Bozyel, Cihgirê Serokê Giştî Celal Yıldız, Endamên Meclisê Tayyip Kızılyıldız û Mesud Tek û Nunerê Hewlerê Welî Koparan pêktê, roja 12.09.2023anli Hewlêrê  Partîya Zehmetkêşên Kurdistanê ziyaret kir.
Li ser navê Hîzba Zehmetkêşên Kurdistanê Berpirsê Encumena Giştî Behmen Husên, Endamên Mekteba Sîyasî Niştîman Kemal, Bêkes Qadir, Şiwan Muhammed, Şaxewan Abdullah pêşwazîya Heyeta PSKê kirin.
Di hevditinê da Serokê PSKê Bozyel behsa rewşa Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kir û siyaseta PSKê a derbarê paşeroja Bakurê Kurdistanê eşkere kir.
Li ser navê Hizba  Zehmetkêşan jî Behmen Husên derbarê Başurê Kurdistanê, bi taybetî  derbarê Kerkukê û pêwendîyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê nêrînên partîya xwe dîyar kir.
Nunerên PSKê û Zehmetkêşan li ser wê yekê lihev kirin ku pêwendiyên herdu partîyan berdewam bin û riyên diyaloxê  her tim vekirî bimînin.

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik