PSK, PAK û TEVGERê serdana Meletîyê kirin

Heyetekê PSK, PAK û TEVGERê roja 15. 02.2023ê çû Meletîyê û derbarê xesara erdehejê hevdîtinan çêkir.

Heyeta ku ji Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Berdevkê TEVGERê M. Can Azbay û nûnerên hersê partîyan Ahmet Kilil, Vahit Aba û Yusuf Aydın pêkhatibû di serdanê da li ser xirbên erdhejê gerîyan, bi mexdûrên erdhejê ra hevdîtinan çêkirin.

Di hevdîtinên bi dezgeyên sivîl da endezyar Erdal Yavaş derbarê rewşa piştê erdhejê, xisara madî û insanî berfirehî agahî da heyeta PAK, PSK û Tevgerê û bal kişand li ser astengîyên dewletê yên li himberê dezgeyên sivîl.

Serokê KKPê Halil Gktaş jî behsa arîkarîyên jibo mexdûrên erdhejê kir û eşkere kir ku xelk Meletîyê terk dike û yên mayî jî bi piranî di rewşekê xirab da dijîn.

Heyeta TEVGER, PSK û PAKê piştê serdanê dîyar kir ku dê derbarê rewşa heremê raporek ji raya giştîra par ve bikin û li gor imkanên xwe arîkarîya xelkên mexdûr bikin.

En çok Okunan İçerik