PSK û PWK Civîyan

Heyetekê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ku ji Serokê Giştî Mustafa Özçelik û rêvebirên PWKê M. Can Azbay, Vahit Aba, Yusuf Aydın û Nezir Akat pêkahatibû roja 17.10.2024an da serdana Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSKê) kir.

Li ser navê PSKê Serokê Giştî Bayram Bozyel, rêvebirên PSKê Hasan Dağtekin, Serhat Bozhan, Ahmet Kılıl, Mecit Durmuş, Zülküf Baran û Fuat Akkaya pêşwazîya mêvanan kirin.

Di hevdîtinê da geşedanên dawî yên li Kurdistanê, Tırkiyê û Rojhelata Navîn bûn mijarên sereke. Di hevdîtinê da Serok û nûnerên herdû  partîyan li ser çêkirina destureke nû li Tirkîyê û peyamên AKP û MHPê yên derbarê “pêvajoyekê nû” da bi dirêjahi axivîn.

Di civîna PWK û PSKê da hat diyar kirin kû divê alîyê Kurd hewldanên jibo çêkirina desturekê nû ji nêz ve pişopînin, derbarê desturekê nû da helwest û daxwazên gelê Kurd zelal bikin û jibo cihgirtina daxwazên gelê Kurd di desturekê nû da bixebitin

Di civîna PSKê û PWKê da herwisa  nikaşên “pêvajoyekê nû” jî di rojevê da bû. Serok û nûnerên herdu partîyan derbarê vê mijarê da axivin û bîr û rayên xwe bi hev ra parve kirin.

Di encama civînê da herdu partîyan li ser wê yekê li hev kirin;  jibo pêkanîna helwestekê hevpar û neteweyî  di derbarê destura nû û niqaşên “pêvajo”yê da  divê Partîyên Kurd hewl û diyalogên xwe  leztir û xurttir bikin.

17.10.2024

Partîya Sosyalîst a Kurdistan

          (PSK)

Buroya Çapemenîyê

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik