Serdanên PSK Li Kurdistana Başur Berdewam e

Serdanên PSK Li Kurdistana Başur Berdewam e

 

Heyeta Partiya Sosyalîst Kurdistan, ku ji Serokê Giştî Bayram Bozyel, Cîgirê Serokê Giştî Celal Yıldız, Endamên Meclisa Partiyê Tayyip Kizilyldiz û Mesud Tek, Nunerê PSK li Herêma Kurdistanê Veli Koparan pêkhati bû, di 11ê İlonê da serdana Nuneratiya Hizba Demokrata Kurdistana (HDK-Î) Îranê li Hewlêrê kir.

Heyetek ji HDK-Î, ku ji Endamê Navenda Bi Rêvaberiya HDK-Î Mistefa Mevludî, Berpirsê Dezgeya Çavderî a HDK-Î Rustem Cihangîrî û Nunerê HDK-Î li Hewlêrê M. Salîh qadîri pêşwaziya heyeta PSK kirin.

Herdu heyet bir û bawer û boçunên xwe yên li ser buyerên navçe, bi taybetî buyerên, ku li Kurdistana Rojhılat û Bakurê diqewmin, pêşkeşê hevdu kirin.

Heyeta PSK her usa piştgiriya xwe derbareyê gef xwarina rejima İranê li HDK-Î carekî dinê ragihand.

 

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik