Serokê Giştî yê PSK Seredana Weqfa Xêrwaziya Barzanî kir.
16.02.2023 Şandeke PSK bi serokatiya Serokê Giştî Bayram
Bozyel seradana Dezgehê Xêrxwaziya Barzanî li Diyarbekrê kir. Bi xêrhatin wan û
destxweşi ji bo hawarhatin û harikariya bo mexdûrên erdhejê li Şêx Birahîm û
tîma Dezgehê Xêrxwaziya Barzanî kir.
Bayram Bozyel, hevxemî û piştevaniya Dezgehê Xêrxwazî yê
Barzanî û bi giştî gele me yê Başûr bilind nirxand û amadeyiya xwe jibo hevkarî
di karûbarê gihandina harikariyan da nişan da
Şêx Birahîm jî bi seredana Şandeya PSK ê xweşhaliya xwe
diyar kir û got em vê harikariyê wek erk û wefadariyek bo xuşk û birayên xwe
dikin, ewa ku ji deste me tê em texsiriyê nakin.
Her wesa diyar kir ku li her malek ji Başûrê Kurdistanê
hevxem û şirikatiya vê karesatê heye û duayen xêrê bo kesên mirî dikin û şifaya
bi lez bo birîndaran dixwazin.
Wek tê zanîn Deezgehê Xêrxwaziya Barzanî li gelek deveran
konên alîkariyê vekirine û piştgiriya xelkê mexdûrên erdhejê dikin.