Serokê PSKê Bozyel pêşwazîya PDKS (Alpartî) kir

Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel û heyeta partîyê roja 11.11.2023an li Nivîsgeha PSKê a Hewlêrê pêşwazîya heyeta Partîya Demokrat a Kurd li Suriyê PDKS (Apartî) kir. Heyeta PDKSê ku ji Sekreterê Giştî Behzat Beşiri, Osman Mannan, Bektaş Resul, Dilgeş Beşir û Şerzad Sedo pêkhatibû, di serlêdana PSKê da behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê kir û bal kişand li ser girîngîya pêwendîyên çar parçeyên Kurdistanê. Sekreterê PDKSê Behzat Beşîri got em PSKê wek partiyekê dost dibinin û ji rola PSKê  ya li Bakurê Kurdistanê haydar in. Behzat di dewamîya axaftina xwe da daxwaz kir ku pêwendîyên herdu partîyan hîn baştir û bihêztir bibin.

Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel ku bi heyetekê ji Selva Baksi, Celal Yıldız, Serhad Amedi û Welî Koparan pêktê, got em ji ziyareta PDKSê gelek kêfxweş in û hezdikin pêwendiyên xwe xurtir bikin.  Bozyel destnîşan kir ku paşeroja çar parçeyê Kurdistanê bi hev ra girêdayî ye û divê diyaloxa navbera çar parçeyên Kurdistanê zêde bibe. Bozyel herwisa bal kişand li ser wê yekê ku Li Rojhelata Navîn pêla guhertinê roj bir roj bilind dibe û divê Kurd ji guhertinekê kur ra amade bibin.

Hevdîtina PSKê PDKSê bi serkeftî û berhemdar xilas bû.

En çok Okunan İçerik