Ji Mala Êzîdiyan Oldenburg Pîrozbahî ji bo salvegera PSKê

Birêz Bayram Bozyel, Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê,

Em li ser navê komîtêya xwe ya rêvebir û endamên xwe 49 emîn salvegera PSK`ê li we, serokati,, kadro û endamên PSK ê pîroz dikin. Di vî karê welatparêzî yê dijwar û pîroz de em We û partiya we re serkeftinê dixwazin.

Xebat û xizmeta Partiya Sosyalîst a Kurdistanê xebateke granbiha ye û em rêzê li xebata ku rasti gelek zahmetiyan hatiye, digirin. Kadr û endamên kû bo doza Kurd û Kurdistanê bûne cangori an qurbani, em wan bi ronahiya çirayê bîr tinin.

Em hêvi dikin hûn di xebata xwe ya siyasetê da hertim sekefti bin.

Carke din em salvegera partîya we pîroz dikin û we re xweşîyê û sêet-qewetê dixwazin.

 Silavên hûrmet û rêzgirtinê

Ilyas Yanc                                Gulistan Ibrahim

Seroke Malê                             Çigira serokê Male

 

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz

Heyeteke PSK, PAK, TDK-TEVGERê roja duşemê, 20.02.2023yê, ji bo nirxandina encamên erdheja 6ê sibatê û karên hevbeş yên dikarin bêne pêk anîn, seredana  Platforma Parastin û Piştgirîyê ya Bajarê Dîyarbekirê kir.

Platforma Parastin û Piştgirîyê ya Bajarê Dîyarbekirê ji 84 çar dezgehên sivîl, baro, dezgehên karsazan, dezgehên meslekî û yên maf parêst û ji sendîkayan ve pêk tên.

Heyeta PAK, PSK, TDK-TEVGERê ji Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk, Berdevkê TDK-TEVGERê M.Can Azbay,  Rêvebirên TDK-TEVGERê Yûsûf Aydin û Rifat Sefali, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba, Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Hasan Dagtekîn pêk hatibû.

Li ser navê 84 dezgehên ku endamên Platforma Parastin û Piştgirîyê ya Bajarê Dîyarbekirê ne, Serokê DTSOyê Mehmet Kaya, Serokê Baroya Dîyarbekirê Nahît Eren, Seroka Odeya Bijîşkan Dr. Elîf Tûran, Seroka DOGUNKADê Rojda Yilmaz, Serokê IHD ya DîyarbekirêAbdûllah Zeydan, Serokê DSMMO ya Dîyarbekirê Şîyar Bozhan, Sekreterê  Koordînasyonê ya TMMOByê ya Dîyarbekirê Dogan Hatûn pêşewazîya heyeta  PSK, TDK-TEVGER, PAKê kirin.

Heyeta hevbeş a TDK-TEVGER, PSK û  PAKê çar rojan li deverên ku di erdhejê da gelek kesan jîyana xwe ji dest dabÛn, zerareke malî ya mezin çêbibû da, seredan, lêkolîn, hevdîtinên berfireh pêk anîbûn  û di derbarê vê da bi navê  ‘’ÇAVDÊRÎ Û PÊŞNIYARÎYÊN ME YÊN DI DERBARÊ HERÊMÊN KU ERDHEJÊRÛDAYE’’  raporek li raya giştî belav kiribûn. Heyeta hevbeş a TDK-TEVGER, PSK û  PAKê ev rapora pêşkêşî Platforma Parastin û Piştgirîyê ya Bajarê Dîyarbekirê kir û herweha daxwaz kirin ku di derbarê rewşa Dîyarbekirê ya piştî erdhejê da agahdarîyên ku li  cem Platformê hene bi wan ra parve bikin.

Li ser navê Platformê Nahît Eren, Dogan Hatûn, Elîf Tûran û Mehmet Kaya, di derbarê damezrandina Platforma Parastin û Piştgirîyê ya Bajarê Dîyarbekirê  û xebatên ku piştî erdhejê li Dîyarbekirê pêk anîne agahdarîyên berfireh dan. Berdevkên Platformê di derbarê kesên ku di erdjehê da jîyana xwe ji dest dane û avahîyên ku rûxane û xesareke mezin dîtine da agahdarîyen ku herî dawî gihîştine ber destên wan pêşkêş kirin. Berdevkên Platformê herweha bal kişandin ser texrîbat û xesarên mezin ên canî û malî û ji bo çareser kirina pirsgirêkan girîngîya xebatên hevbeş û piştgirîyê anîn zimên.

Di dawîya hevdîtinê da heyeta PAK, PSK, TDK-TEVGERê  got ‘’ Ji bo çareserî pirsgirêkên ku piştî erdhejê rûdane û dê rû bidin û ji bo alîkarîya mexdûrên erdhejê,em wek PAK, PSK, TDK-TEVGERê  amadene ku hevkarî û piştgirîya web ikin. Em girîngî û qîmeteke mezin didin hebûn û xebatên Platformê’’.

Hevdîtina Platforma Parastin û Piştgirîyê ya Bajarê Dîyarbekirê   û heyeta PSK, TDK-TEVGER, PAKê atmosfereke berhemdar da derbas bû û herdu alî jî mitabiq man ku ji bo  çareserîya pirsgirêkan , di navbera wan da dîyalog û hevdîtinên berdewam hebin. 

En çok Okunan İçerik