Ziyaretên PSKê yên li
Herêma Kurdistanê didomin
Heyeta PSKê ku ji Serokê Giştî Bayram Bozyel, Cigirê Serokê
Giştî Celal Yıldız, Endamên Meclisê Mesud Tek û Tayyip Kıızlyıldız û Nunerê
PSKê yê li Hewlêrê Velî Koparan pêktê, roja 11.09.2023an serdana Endamê
Serkirdayetî û Berpirsê Ragihandinê yê
Navnedî a PDKê Salar Osman kir.
Di hevdîtinê da li ser karûbarên civakî, kulturî û
ragihandinê gotubêj hat kirin û pêwendîyên di navbera Kurdên Bakur, Başur,
Rojhelat û Rojavayê Kurdistanê hat qise kirin.
Zîyareta Heyeta PSKê jibo rêzdar Salar Osman bi berhemdar û bi
awayekê kêfxweşî derbas bû.