37 sal di ser qirkirina Helebçeyê re derbas bû.
Balafirên
rejîma kolonyalîst a Seddam yên şer, di 16'ê Adara 1988'an de Helebce bi çekên
kîmyewî ve bombebaran kirin. Di vê qetlîamê de zêdeyî 5000 kesî jiyana xwe ji dest dan. Pirê wan zarok, jin,
kal û pîr bûn. Bi deh hezaran kes jî birîndar bûn û gelek jê seqet man.
Armanca wê
êrîşa roja 16ê Adarê ya bi çekên kîmyavî, qedandina hemû jîndar û jîndarîya li
Kudistanê bû. Helqeyek ji jenosîda Kurdan e.
Qirkirina
Helebce beşek ji Operasyonên BAAS bû. Wan operasyonên rejima hov di Çileyê 1988an
de bi navê Operasyonên Enfal dest pêkiribûn. Weka ku berpirsên rejimê jî wê
sûcê xwe pejirandi û gotin, armanca Operasyonên Enfalê, qirkirina Kurdan û
tunekirina Kurdistanê bû.
Di
Operasyona Enfalê ya navbera salên 1987-1990î de 182 hezar Kurd hatin kuştinê.
75 hezar Kurd sirgûn kirin Başûrê Iraqê an jî gelekên wenda kirin. Di vê
pêvajoyê de 4500 gundên Kurdan û bajarên Kala Diza, Helebce û Seyîd Sadık hatin
wêrankirinê. Berîya wî jî 8000 kesên ji Berzanîyan hatibûn tasfiyekirin.
Komkujîya
Helebçeyê sûceka mezin a li dijî mirovahiyê pêkhatîyê ye û xaleka reş a mezin e
li ser rûyê mirovatîyê.
Komkujiya
Helebçeyê bi piştgiriya dewletên mezin û li ber çavên cîhanê pêk hat.
Dewletên
cîhanê li hemberî qirkirina Helebce bêdeng man û bûn şirîkê vê sûcê mezin.
Di dema
qirkirina Helebçeyê de, dewletên herêmê, Cîhana Ereban, Yekîtiya Sovyetê,
Japonya, Çîn, dewletên Ewropayê û DYA
bêdeng man û çavê xwe li vê qirkirinê re girtin.
Ew dewletên
cîhanê yên ku wê rojê çavên xwe li qirkirina Helebçeyê girtin û bêdeng man, îro
jî çavên xwe li êrîş û komkujîyên ku çar dewletên dagirker li ser gelê Kurd û
dagirkirina wan a Kurdistanê digirin.
Gelê Kurd
dikare bi tifaq û yekîtîyeke netewî a li ser berjewendîyên Gelê Kurd û
Kurdistanê pêk bê ve serî bi wan planên xayîn derke.
Tenê
yekîtîyeke berfireh û demoqratî a li ser berjewendîyên Gelê Kurd yên
netewî pêk bê dikare wan pilan û defikên
xayîn bişkîne, belawela bike.
Di nava şert û mercên dijwar de jî, Têkoşîna
Azadiya Kurdistanê bi bîr û biryariyeke qewî berdewame, didome. Çawa ku,
qirkirinên Helebce û Enfalê nekarîbûn pêşî li têkoşîna azadiyê ya gelê me
bigirin, êrîş, komkujî, dagirkerî û qirkirina îro li dij gelê me têne meşandinê
jî nikarin meşa me ya azadîyê rawestînin.
Miletê Kurd
xwedîyê edetên berxwedaneke kûr û dîrokî ye. Gelê Kurd, di tu gavekê wê serî li pêş dagirkerîyê, kedxwarîyê, zilm û
zordarîyê netewandîye. Ji vir şûnda jî, gelê me wê ji bona jîyaneke bi rûmet,
ji bona di welatê xwe de azad û serfiraz bijî her li ser pîyabe û li mafê xwe
yê xwe birêvekirînê xwedî derkeve.
Bi qwasê
misqalek jî şik bi me re tune ye. Em bawerin ku emê di tekoşîna azadîya gelê
xwe de bi ser bikevin.
E bi vê
minasebetê bangê li Sazîya Neteweyên Yekbûyî dikin! Divê Sazîya Neteweyên
Yekbûyî, komkujîya Helepçê bi awakî fermî nasbike, bipejirîne û wek komkujîyek
li dijê mirovatîyê pênase bike.
Em di
37’emîn salvegera qirkirina Helebçeyê de, hemû berpirsîyar û alîgirên vê
qirkirinê careke dinê şermezar dikin.
Em hemû
şehîdên Helepçê û yên Kurdistanê, bi rêz û huemet bi bîr tînin.
16.03.2025
Partiya Maf û Azadîyan (HAKPAR)
Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK)
Partiya Welatparêzên Kurdistan (PWK)
Partîya
Demokrat a Kurdistan Bakur (PDK Bakur)