Di salvegera derbeya faşîst a 12ê Îlonê a sala1980an de, gelên me hêşta jî ji wî tunela tarî derneketine.
Ev derbe, di bîra gelan de birînekî kûr hişt. Bi dehan hezar kes hatin girtin, îşkence û tehdayê nedîti dîtin, zindanan bi welatparêz û şoreşgerên Kurd û Tirk hwd ve hat tije kirin. Sêdarên îdamê hatin danîn, zimanê gelê Kurd, nasnameya wî û daxwaza wî ya azadiyê rastî zextên giran hatin.
Derbeya 12ê Îlonê li Tirkiyeyê têkoşîna demokrasiyê, mafên çîna zahmetkêş û karker û lêgerîna azadiya neteweyî ya gelê Kurd bi giranî ket bin darê zilm û zorê.
Ev derbe ne tenê rûpelek tarî ya derbasbûyî ye, lê belê bingeha yasayên antîdemokratîk, rejîmên zordar û siyaseta înkarkirinê ya heta îro dom dike.
Darbeya 12ê Îlonê rêya desthilatdariya zordar û otoriter û takekesî a îro xweş kiriye.
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) sazumana faşîzma 12ê Îlonê careke din lanet dike û hemû şoreşger û şehîdên azadiyê yên ku di îşkenceyan da, zindanan û berxwedana zindanan da jîyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tîne.
Em, bi biryardariyê li dijî nûnerên zihniyeta 12ê Îlonê yên îro têdikoşin.
Têkoşîna gelê Kurd a ji bo wekheviyê, azadiyê û demokrasiyê bêguman wê bi ser bikeve.
Bijî Azadî!
Bijî Demokrasî!
Bimre Faşizm!
12.09.2025
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)
Buroya Çapemenî û Ragîhandinê
Dem Ne Dema Bêhêvîtîyê Ye Zanebûn û Îradeya Azadiyê Ya Gelê Me Ji Her Demê Bilindtir e
Umutsuzluğa Yer Yoktur. Halkımızın Özgürlük Bilinci Ve İradesi Her Zamankinden Daha Yüksektir.
Kürt Halkı Mam Celal’i Unutmuyor
Gelê Kurd mamê Xwe Ji Bîr Nake
25 Eylül: Bir Halkın Özgür geleceğe Dair Umudu
25ê Îlonê Hêvî Ye Ji Bo Paşeroja Azad
YEKXISTINA HÊZÊN PÊŞMERGE LI KURDISTANA BAŞÛR GAVEKE DÎROKÎ YE, PÎROZ BE
GÜNEY KÜRDİSTAN PEŞMERGE GÜÇLERİNİN BİRLEŞTİRİLMESİ TARİHİ BİR ADIMDIR, KUTLUYORUZ
Şehîd Dr. Saîd û Hevalên Wî Nemir İn
Pirsgirêka Kurd heta çareser nebe, aşitî û aramî nayê herêmê!