Di 1ê Îlonê, Roja Aşitiyê ya Cîhanê de, PSK bang dike: Aşitiyeke rastîn bê çareserkirina pirsgirêka Kurd nayê avakirin!
Rojhilata Navîn ji ber şerên navxweyî, pevçûnên siyasî û pêşbaziyên hegemonîk ên navneteweyî, dîsa bûye navenda aloziyê. Di vê rewşê de, aşitî, aramî û ewlehiyeke domdar tenê bi çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka Kurd dikare were dabînkirin.
Gelê Kurd, ku welatê wî ji sed salan ve hatiye parçekirin, maf heye ku nasname, ziman, çand û mafên xwe yên neteweyî-demokratîk azadane bi kar bîne û li ser çarenûsa xwe bi xwe biryar bide.
Li Tirkiyeyê jî, polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û yekparêzî heta îro bûne sedema krîz û pevçûnên berdewam. Ji ber vê yekê, aşitiyeke rastîn tenê bi çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd, li ser bingeha wekhevî, azadî û mafên neteweyî dikare were avakirin.
PSK pêvajoya ku bi pejirandina “Qanûna Çarçove” dest pê kiriye piştgirî dike û rawestandina pevçûnan û destpêkirina pêvajoyeke siyasî ji bo aşitiyê gavên girîng dibîne. Lê em tekez dikin ku rawestandina şer bi serê xwe ne çareseriya pirsgirêka Kurd e. Aşitî divê bibe destpêka çareseriyeke siyasî û domdar.
Federalîzm rêya çareseriyê ye
PSK bawer e ku çareseriya pirsgirêka Kurd di avakirina sîstemeke federal li ser bingeha wekhevî û demokrasiyê re ye.
Ji bo vê yekê divê:
• Polîtîkaya yekparêz û unitarî were terikandin;
• Nasnameya Kurdî bi fermî were naskirin;
• Zextên li ser ziman û çanda Kurdî werin rakirin;
• Kurdî bibe zimanekî fermî;
• Polîtîkaya asîmîlasyonê bi dawî were anîn;
• Û zimanê Kurdî, bi hemû zaravayên xwe, di hemû qonaxên perwerdehiyê de bibe zimanê perwerdeyê.
Yekîtiya neteweyî, hêza me ye
Di Roja Aşitiyê ya Cîhanê de, em piştgiriya xwe ji pêvajoya yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê, ku bi Konferansa 14ê Adarê 2026an li Diyarbekirê dest pê kir, dubare dikin.
Em bang li hemû hêzên welatparêz ên Kurdistanê dikin ku piştî “Qanûna Çarçove” destên xwe bidin hev, ji berjewendiyên teng ên rêxistinî û partî derbas bibin û yekîtiya neteweyî li ser bingeha mafên gelê Kurd xurt bikin.
Gelê Kurd bi dehsalan li benda aşitiyê, azadiyê û mafên xwe yên rewa ye. Divê em vê carê jî li benda bûnê nemînin; divê bi hev re aşitî ava bikin, yekîtiya xwe xurt bikin û rê li ber paşerojeke azad û demokratîk vekin.
Bijî 1ê Îlonê – Roja Aşitiyê ya Cîhanê!
1ê Îlonê 2026
PSK – Partiya Sosyalîst a Kurdistanê
Buroya Çapemeniyê
Pirsgirêka Kurd heta çareser nebe, aşitî û aramî nayê herêmê!
Kürd Sorunu çözülmeden Bölge’ye Barış Ve Huzur Gelmez!
Kürdistan Sol Partiler Forumunun Açıklaması
Daxuyaniya Foruma Çep a Kurdistanê
PIRSA KURD NE MIJARA TERORÊ YE, PIRSA AZADIYA NETEWEYEK E
KÜRT MESELESİ TERÖR SORUNU DEĞİL, BİR ULUSUN ÖZGÜRLÜK MESELESİDİR
Êşa Şengalê Hîn Jî Didome!
Şengal'in Acısı Dinmedi!
Êşa Barzaniyên Enfalkirî Berdewam e
Foruma Çep a Kurdistanî: Em bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku bi yekhelwestî rûbirûyî geşedanan bibin