34 sal berê niha, Sekreterê Giştî a Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKÎ) Dr. Saîd (Sadiq Şerefkendî) li Berlînê paytexta Elmanyeyê kete ber êrîşa terorîstên ser bi Cumhuriyeta Îslamiya Îranê û ligel du endamên tekoşer, rêvîngên rêbaza Pêşava Qazî, Fetah Abdulî û Humayun Erdelan şehîd bûn.
Biryara Dadigeha Berlinê di doza Mykonosê da, ku têda kujerên Dr. Saîd û hevrêyên wî da dihatin darizandinê, nîşan da, ku plana şehîd kirina Dr. Saîd û hevalên wî ji aliyê Cumhuriyeta Îslamiya Îranê ve hatibû amade kirin.
Dr. Saîd hevrê û hevkarê nêzîk a Şehid Dr. Qasimlo bû û paş şehid kirina Qasimlo bibû Sekreterê Giştî a HDK-Î û ligel hevalên xwe yên serokatiyê nehiştin paş şehadetê Qasimlo bêhêvîtî di rêfên partiyê da belav bibe û alayê şehidên Kurdistanê bilind ragirtin.
Dr. Saîd jî girîngî dida xebata demokrasî û hevkariya hêzên demokratên Îranê û di civînekê da, ku bona vê armance hatibû amade kirinê, kete ber êrîşa terorîstê û şehîd bû.
Dr. Saîdê akademîsyen û nivîskar her usa gelek girîngî dida hevkariya hêzên her çar parçeyen Kurdistanê û dostê dilsojê partiya me bû.
Êrîşa teroristî û gefxwarina a dewleta Îranê îro jî berdewam e.
Rejima Cumhuriyeta İslamiya Îranê, bona tepeser kirina tevgera azadiya Kurdistana Rojhilatê êriş3e gelê Kurd dike, zindanî dike û dide sêdaran.
Dewleta Îranê her roj bi top û firokê û dronan, êrişê bingehên Peşmergeyên Kurdistana Rojhilat yên li Herêma kurdistanê dike û bi henceta Pêşmergeyên, Kurdistana Başurê bombebaran dike û gefa hikumeta Herêma Kurdistanê dixwe.
Di salroja 34an da, carekî dinê teror kirina Dr. Saîd û hevalen wî ji aliyê rejîma Cumhuriyeta Îslamiya Îranê ve mahkum dikin. Em yeqin dizanin û pistrast in û heya îro jî hatiye selmandin, ku hevsengerên Dr. Saîd alayê xebata Kurdistana azad her tim bilind radigirin.
Em bi tundî êrîş û gefxwarina dewleta Îranê mehkum dikin û daxwazê me ji hêzên welatparêzên Kurdistana Rojhilat ev e, ku hevkariya xwe bi hêztir û qehimtir bikin.
Dr. Saîd û hevalen wî û hemu şehidên Kurdistanê nemir in.
Ruhên wan şad bin.
17 Îlon 2026
PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistanê
Şehîd Dr. Saîd û Hevalên Wî Nemir İn
Pirsgirêka Kurd heta çareser nebe, aşitî û aramî nayê herêmê!
Kürd Sorunu çözülmeden Bölge’ye Barış Ve Huzur Gelmez!
Kürdistan Sol Partiler Forumunun Açıklaması
Daxuyaniya Foruma Çep a Kurdistanê
PIRSA KURD NE MIJARA TERORÊ YE, PIRSA AZADIYA NETEWEYEK E
KÜRT MESELESİ TERÖR SORUNU DEĞİL, BİR ULUSUN ÖZGÜRLÜK MESELESİDİR
Êşa Şengalê Hîn Jî Didome!
Şengal'in Acısı Dinmedi!
Êşa Barzaniyên Enfalkirî Berdewam e