
Korbenda Çep a Kurdistanê, ji ber hestkirina bi erk û berpirsiyariya
neteweyî ya Kurdistanî û ji bo avakirina nêrînek hevbeş, her sal konferansa xwe
li dar dixe.
Korbenda Çep a Kurdistanê, bi beşdariya partiyên endamên xwe, beşdariya hin
partiyên siyasî yên Kurdistanê û amadebûna 120 kesayetiyên serbixwe yên siyasî,
akademîk û rewşenbîr ji her çar parçeyên Kurdistanê, di 28ê Cotmeha 2026an de,
li bajarê Hewlêrê, konferansa xwe ya pêncemîn bi dirûşma «Kurdistan di nav
guhertin û pêşketinên siyasî de: astengî û derfet» li dar xist.
Di konferansê de çar panel hatin lidarxistin. Di her panelê de rewşa yek ji
parçeyên Kurdistanê hate nirxandin û beşdarên konferansê nêrîn û ramanên xwe li
ser mijarên ku di konferansê de hatin nîqaşkirin, anîn ziman.
Di encama axaftin û nîqaşên panelan de, em van xalan ên hevbeş wekî
encamnameya konferansê pêşkêşî raya giştî dikin:
1.REWŞA SIYASÎ
Ev konferans di demekê de tê lidarxistin ku cîhan û Rojhilata Navîn di bin
bandora şer û encamên wê de ne. Herêm bi astengiyên mezin re rû bi rû ye. Şer û
encamên wê, rasterast û nerasterast, bandorê li ser îstîqrara siyasî û aborî
dikin û dibin sedema kûr û berfirehtirbûna nakokî û pevçûnên herêmî û
navneteweyî.
Ji ber domandina vê rewşê, pêşketina siyaseta berfirehxwaziyê ya hêzên
mezin û pevçûna berjewendiyên wan, paşeroja bûyeran û dahatûya siyasî ya herêmê
ne diyar e. Di şert û mercên heyî de, heke şer bidome û berfirehtir bibe,
îhtîmala xirabtirbûna rewşê jî heye.
Di vê çarçoveyê de, Kurdistan di navenda bûyeran de ye û di heman demê de
metirsî li ser gelê Kurdistanê û tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê heye.
Domandina vê rewşê dê bibe sedema êş û azarên zêdetir, qada xizanî û
bêkariyê berfirehtir bike û çînên kedkar bi şert û mercên jiyanê yên dijwartir
re rû bi rû bihêle.
Ji ber vê yekê, dawîkirina vê rewşa dijwar di berjewendiya giştî ya gelên
herêmê de ye. Rojhilata Navîn pêdivî bi îstîqrarê, bihêzkirina bingehên azadî,
wekhevî û demokrasiyê, pêşxistina hevjiyana biratiyane ya di navbera gelan de û
çareserkirina dadperwer a pirsgirêkên gelên herêmê heye.
2.MAFÊ ÇARENÛSA GELÊ KURDISTANÊ
Di ronahiya van bûyeran de, ne dadperwer e ku di pêvajoya nûvekirina nexşe
û hevsengiyên siyasî yên Rojhilata Navîn de, gelê Kurdistanê ji mafê xwe yê
çarenûsê bêpar bihêlin û careke din bikin qurbaniya berjewendiyên hêzên mezin.
Korbenda Çep a Kurdistanê, di vê rewşa hestiyar de, bang li partî û aliyên
siyasî yên Kurdistanê dike ku di çarçoveya berjewendiyên giştî yên gelê
Kurdistanê de, yekrêziya Kurdistanî pêk bînin.
Her wiha, bi rêzgirtina ji taybetmendî û mafê biryardayîna serbixwe ya her
parçeyekî Kurdistanê, divê li gorî bernameyeke hevbeş, di demeke nêz de
kongreyeke giştî ya Kurdistanî li dar bixin.
3.ÇARESERİYA SIYASÎ Û AŞTIYANE YA DOZA KURD LI BAKURÊ KURDISTANÊ
Korbenda Çep a Kurdistanê, ji bo bidawîkirina siyaseta înkarkirinê,
azadkirina girtiyên siyasî û naskirina mafên rewa yên gelê Kurdistanê, di nav
de naskirina ziman û nasnameya neteweyî ya Kurd li Bakurê Kurdistanê,
piştgiriyê dide çareseriya siyasî û aştiyane ya doza gelê Kurdistanê li Tirkiyeyê.
4.REWŞA ROJHILATÊ KURDISTANÊ
Korbenda Çep a Kurdistanê, siyaseta bêparhiştin û tepeserkirina Kurdan û
her wiha siyaseta îdamkirina wan li Îranê bi tundî şermezar dike.
Di heman demê de, bang li partî û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê
dike ku di nav guhertin û pêşketinên siyasî yên Îranê de, yekrêziya xwe
bihêztir bikin da ku armancên gelê me pêk bînin û mafên wî yên rewa misoger
bikin.
5.REWŞA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
Korbenda Çep a Kurdistanê bi fikar li rewşa gelê Kurd li Rojavayê
Kurdistanê dinêre, bi taybetî di çarçoveya pêvajoya siyasî û guhertinên li
Sûriyeyê de.
Ji ber vê yekê, bang li partî û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê dike
ku bi hev re bixebitin da ku li hember astengiyan bisekinin, sîstemeke
demokratîk ava bikin û mafên rewa yên gelê Kurd misoger bikin.
Her wiha, divê mafê xwerêvebirinê yê gelê Kurd bê misoger kirin û zimanê
Kurdî di destûra bingehîn a dahatû ya Sûriyeyê de bi awayekî fermî bê naskirin.
6.HERÊMA KURDISTANÊ LI IRAQÊ
Korbenda Çep a Kurdistanê, Herêma Kurdistanê wekî ezmûneke federalî li
Iraqê û destkeftiyeke neteweyî dinirxîne. Ji hemû aliyên siyasî re bang dike ku
Herêma Kurdistanê, bi bihêzkirina hikûmet û parlamentoya wê, saziyên dadweriyê,
saziyên civaka sivîl û azadî, wekhevî û dadweriya civakî, xurtir bikin.
Pêwîst e di demeke herî nêz de dawî li krîza siyasî bê anîn û aliyên siyasî
bi awayekî rastîn û li gorî rastiyên heyî, di çarçoveya berjewendiyên giştî yên
Kurdistanî de, wekî erk û berpirsiyariyeke hevbeş û li gorî rewş û pêşketinên
siyasî tevbigerin.
Her wiha, divê pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê bi rêya diyalogê
bên çareserkirin. Pêwîst e ji nû ve dest bi xebata Parlamentoya Kurdistanê bê
kirin û pêvajoya avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê
lezandin.
KORBENDA ÇEP A KURDISTANÊ
● Partiya Sosyalîst a Kurdistan
(PSK) / Bakur
● Partiya Komunîst a Kurdistanê
(KKP) / Bakur
● Komela Zahmetkêşanê
Kurdistanê / Rojhilat
● Partiya Yekîtiya Demokratîk a
Kurd li Sûriyeyê
● Partiya Komunîst a Kurdistanê
/ Rojava
● Partiya Komunîst a Kurdistanê
/ Iraq
● Bizotneweyî Demokratî
GelêKurdistan / Başûr
●Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê / Başûr
29ê Cotmeha 2026an
Encamnameya Konferansa Pêncemîn a Kurbendê Çep a Kurdistanê
Dem Ne Dema Bêhêvîtîyê Ye Zanebûn û Îradeya Azadiyê Ya Gelê Me Ji Her Demê Bilindtir e
Umutsuzluğa Yer Yoktur. Halkımızın Özgürlük Bilinci Ve İradesi Her Zamankinden Daha Yüksektir.
Kürt Halkı Mam Celal’i Unutmuyor
Gelê Kurd mamê Xwe Ji Bîr Nake
25 Eylül: Bir Halkın Özgür geleceğe Dair Umudu
25ê Îlonê Hêvî Ye Ji Bo Paşeroja Azad
YEKXISTINA HÊZÊN PÊŞMERGE LI KURDISTANA BAŞÛR GAVEKE DÎROKÎ YE, PÎROZ BE
GÜNEY KÜRDİSTAN PEŞMERGE GÜÇLERİNİN BİRLEŞTİRİLMESİ TARİHİ BİR ADIMDIR, KUTLUYORUZ
Şehîd Dr. Saîd û Hevalên Wî Nemir İn