25ê Îlonê Hêvî Ye Ji Bo Paşeroja Azad

Ji bo agadariya giştî

Di 25’ê Îlona 2017an da, Gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê bi rêya referandumê îradeya xwe ya ji bo serxwebûbi awayekî demokratîk û aştiyane derxist holê.

Ev roj, ji bo Gelê Kurd, bû sembola hêvî, azadî û mafê nişan kirina çarenivisa xwe bi destê xwe.

Îradeya ku di 25’ê Îlonê de derket holê, îradeya gelek e ku dixwaze paşeroja xwe bi destê xwe ava bike.

Îro, neh sal piştî referandumê, ew hêvî hîn jî zindî ye. PSK bawer dike ku diyar kirina çarenusê xwe, mafê gelê Kurd e, mafekî bingehîn û rewa ye û divê bi rêyên demokratîk û tiyane were pêkanîn.

25’ê Îlonê tenê bîranîna rojeke dîrokî nîne; ew bîranîna îradeyeke zindî û hêviya paşerojeke azad e.

Di vê qonaxê de, yekîtiya Kurdan, hevkariya hêzên siyasî û parastina destkeftiyên neteweyî ji her demê zêdetir girîng in. Cudahiyên me divê nebin sedema dûrketinê, lê divê bi diyalog û rêbazên demokratîk werin çareser kirin.

Bi gor baweriya PSK azadiya gelê me dê bi yekîtiya gel û têkoşîna demokratîk misoger bibe. Encama Referaduma 25ê îlonê baweriya hanê bi hêztir dike.

Bijî azadî!
Pîroz be Referanduma 25ê Îlonê

Bijî yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd!

PSK – Partiya Sosyalîst a Kurdistanê

24’ê Îlona 2026an
İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik