Germa Amadê Peyvendiyên Hêzên Siyasî Jî Germ Kir

Van rojan di warê hewa geşiyê de Amed di rojên gelek germ de derbas dibe. Pêla germê di ser çilî ketiye. Sebaret Cejna Qurbanê germayiya nav partiyên Kurdistanî jî qasî germa Amedê germ derbas bû.

Di roja sêyemîna cejna Qurbanê de jî, li Amedê hat û çûyin di nabeyna Partiyên Kurdistanî de berdewam bû. Roja 17ê Hezirana 2024ê de heyetek Partiya Welatparêzê Kurdistanê-PWK serdana PSK û HAK-Parê kiribû. Îro jî ev hat û çûn berdewam bû.

Îro (18.06.2024) heyetek ji HAK-PARê, ku ji Endamê Meclîsa HAK-PARê Servet Çerçer, Serokê şaxa Amedê Vasıf Kahraman, Serokê şaxa Batmanê Behcet Tektekin, Endamên HAK-PARê Abdullah Çelebî, Mustafa Okumuş, Paşa Akdoğan, Süheyla İlbay û Meral Balkaj pêkhatibû, serdana PSKê kirin. Heyeta HAK-PARê ji hêla endam û rêvebirên PSKê, Vedat Dede, Zülküf Baran, Fuat Akkaya, Nurî Mavlav û Serhed Bozhan ve hat pêşwazî kirin Di heman rojê de Heyeta PSKê jî serdana HAK-PARê kir. Heyeta ku Serdana PSKê kiribûn, li HAK-PARê pêşwaziya heyeta PSKê kirin.

Di her du serdanande sohbetekî germ û dostane di nabeyna heyetên PSKê û HAK-PARê de derbas bû. Hat hêvî kirin ku derbarê pirsgirêkên Kurd û Kurdistanê de, di serî de herdu partî, partiyên welatparêz bi hevre di nav tifaq û hevkariyê de bin.

Heyeta PSKê her weha roja 18.06.2024 bi minasebeta cejna qurbanê seredana PWKê jî kir û cejna PWKyiyan pîroz kirin.

Endamê Komîteya Rêvebir a Navendî ya PWKê Mehmet Alî Yilmaz, endamê Meclîsa Partiyê Mehmet Ermîş, Rêvebirê PWKÊ Faîz Eşîn pêşwaziya heyeta PSKê kirin. Her du heyet jî di nav dostanî û hevalbendiyekî germ de rojevê nirxandin, bîr û boçûnên xwe bi hevre parve kirin. Rojek berê jî Heyetek PWKê serdana PSKê kiribû.

18.06.2024

PSK-Buroya Çapemenî

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik