Komisyona Hewildana Yekîtîya Neteweyî a Kurdistanê pîştî Konferansa Qoser û Îzmîrê roja 20 Hezirana 2026 li Rihayê di Avayîya Baroya Rihayê de konferansa xwe ya 3yemîn li darxist.
Konferans bi axaftina Avoqat Şeyhmus Ulek dest pêkir. Şeyhmus Ulek di axaftina xwe de bi xêr hatina beşdaran kir û bi çend gotinan behsa girîngîya pêkanîna Yekîtîya Neteweyî kir û lîstekî dîwanê pêşnîyar kir. Di vê pêşnîyarê de dîwan ji 5 kesên pêkhateyên Komîsyona Hewildana Yekîtîya Neteweyî a Kurdistanê pêk hat.
Xebata dîwanê bi tevî suruda Neteweyî EY RAQÎP û ji bo can gorîyên Şehîdên Kurdistanê rêz girtinê ve dest pêkir.
Konferans ji du beşan ve hat rêvebirin. Beşa yekim de nùnerên pekhateyên Komisyonê, derheqa giringîya pêkanîna sîwanekî neteweyî bi vî va girêdayî rewşa navçê, rewşa gelê Kurd, sîyaset û hewildanên dewletên dagirker pîlan û projên dagirkeran ji beşdarên konferansê re raxistin berçavan. Di vê beşê de li ser navê PSKê Serokê Giştî Bayram Bozyel, li ser navê PWK ê Cîgirê Serokê Giştî M. Can Azbay, Fuat Önen ser navê PêlKurdê, Ali Öncü ser navê Kesayetîyên welatparêzên, Necmedîn Rihayî wek berpirsên Vejînê axifîn.
Piştî. Axaftina nûner û berpirsên pêkhateyên komîsyona Hewildana Yekîtîya Neteweyî nabeynekî hat dayin.
Beşa duweminê Konferansê de beşdaran gelek pirs û şîroveyên bi nirx kirin. Serokê Giştîyê PSKê Bayram Bozyel li ser navê komisyonê bersîva pirsan da.
Konferans dor 3 saet û nîv berdewam kir. Gelek kesên ronakbîr, niviskar û welatparêzên kurd beşdarê Konferansê bûn, divê neyê jibirkirin kû Nunerê ENKSE ji di konferansê de amade bûn.
Konferansa Ruhayê bi serkeftî derbas bû.
PSK ile PDPK-S Görüştü
PSK û PDPK-S li Almanyayê Hevdîtinek Pêkanin
Neviyên Şêx Seîd Piştî 101 Salî Jî Wan Ji Bîr Nekirin
KONFERANSA KOMÎSYONA HEWLDANA YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ LI WANÊ HAT LI DAR XISTIN
VAN’DA KÜRDİSTAN ULUSAL BİRLİK GİRİŞİMİ KOMİSYONU KONFERANSI GERÇEKLEŞTİ
Komisyona Hewldana Yekîtiya Neteweyî a Kurdistanê Derket Hemberê Welatparêzên Rihayê
LI ÎZMÎRÊ KONFERANSA YEKÎTÎYA NETEWEYÎ HAT LI DARXISTIN
Kürdistan Sosyalist Partisi Yurt Dışı Örgütü Kongresini Başarıyla Tamamladı
Komisyona Hewldana Konferansa Yekîtiya Netewî ya kurdistanê li Qasarê Komxebat Pêkanî
Eyup Alacabey Bi Axê Hat Spartın