Peyama PDK-Î Bo hevbendî
Birêz/ Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (Hevbendî)
Bi silav û rêzên biratiyê
Encamên Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê di 14'ê Adara 2026'an li Amedê ku Konferansa
7'ê Mijdara 2026'an bi pey re hat, pêvajo gihand asteke nû.
Pêvajoya han ku bi beşdariya zaf kesayetî û nûnerên part û rêxistinên siyasî û bi sirûda
neteweyî ya “Ey Reqîb” û rêzgirtina ji canê pak yê şehîdên Kurd û Kurdistanê birêve çû, bi
serkevtin ve giha armanca xwe, û Hevbendiya Neteweyî hat ragihandin.
Em bi navê Mustefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û rêberiya
partiya xwe, tevî bilind nirxandina vê gava neteweyî û nasnameparêz, pîrozbahiyê ji hemû
partî û rêxistinên siyasî yên beşdar di vê Hevbendiyê de û herweha ji hemû xebatkarên riya
azadî û berevankarên mafên rewa yên gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê dikin.
Em hêvîdar in ku pêvajo han di bidestxistina armancên siyasî û neteweyî yên gelê Kurd li
Bakurê Kurdistanê de gavên bi bandor û diyarker bi dû xwe re bîne.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hertim di vê baweriyê de ye/bûye ku tevgera
Kurdistanê tenê wê demê dikare bigihîje armancên xwe ku hemû partî û hêzên siyasî bi
yekîtî, hevahengî û gotarek hevpar ve, berevaniyê ji van armancên rewa û neteweyî bikin.
Em hêvîdar in ku tekoşîna we hêjayan, misogerbûna van armancan li pey bê.
Pîroz be yekîtî û hevxebatiya we
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Nawenda Pêwendiyan
11.11.2026

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik