PSKê Li Mêrdînê û Qoserê Dezgeyên Sivil Zîyaret Kir

Heyeta Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSKê ) ku ji Serokê Giştî Bayram Bozyel, Endamên Komîta Rêvebir û Serokê Şaxa Mêrdînê Salih Omeri, Ahmet Kılıl, Endamên Meclisa Partîyê Emin Karakulak û Nevzat Baykal pêkhatibû, roja 16.07.2024an da li Mêrdîn û Qoserê dezgeyên sivîl ziyaret kir.

Di çerçoveya zîyareta Mêrdîn û Qoserê da Serokê Giştîyê yê PSKê Bayram Bozyel û hevalên xwe bi Şerif Öter Serokê (MTDF) Federasyona Hevkarîya Civakî a Mêrdînê ra, bi Mikail Erbeyî Serokê Komela Cotkaran ra, Hanifi Müslümoğlu Serokê Komela Hilberên Garis ra, İsmail Elik Serokê Baroya Mêrdînê ra û Veysi Parıltı Serokê İHDê û hevalên wî ra civîyan û hevdîtinan çêkirin.

Di hevdîtînên Qoserê da serokên komelên sivil Şerif Öter, Mikail Erbeyî û Hanifi Müslümoğlu bi dirêjahî derbarê pirsgirekên aborî, civakî, rewşa cotkaran û derbarê çandiniyê da gazindên xwe anîn ziman, siyaseta dewletê rexnekirin û pêşnîyarên xwe diyar kirin.

Serok û berpirsên komeleyên sivil û civaki yên li Qoserê bi giranî bal kişandin li ser siyaseta dewletê a li heremê û gotin; “Dewlet bi destê TEDAŞê xelkê Qoserê,  bi taybetî jî cotkarên heremê dişelihîne, wan dixe binê deynan û icrayê dide ser mal û milkê wan. Ji ber bûhayê elektirîkê, toxim û alavên ziretê li heremê çandinî kêm dibe û cotkar rojbiroj feqîr dibin.

“Herwisa  tevî ku ev çil sal e Projeya GAPê çêbûyê, hîna jî qenalên/cuyên avê negîhiştinê Qoserê û cotkarên vê heremê ji neçarîyê bi elektirîkê avê ji bîran dikişinin. Ev jî bûye sebebe wê yekê ku ava bin erdê her ku diçe kêm dibe û derxistina avê zehmetir dibe.

Serokê dezgeyên sivîl di axaftinên xwe da anîn ziman ku deşta Qoserê û axa heremê bi xêr û berhemdar e û bi serê xwe dikarê tevayîya Rojhelata Navîn xwedî bike. Lê ji ber siyaseta dewletê xelk di nava dewlemendîyê da xizanîyê dijî…”

Serokê Baroyê û İHDê jî derbarê bê edeletî (bêdadî), neheqî û binpêkirina mafên mirovan Heyeta PSKê agahdar kirin. Jibo hevakarî û xurtkirina diyaloxa navbera partîyên Kurd daxwaz û pêşnîyarên xwe anîn ziman.

Di ziyaretên dezgeyên sivîl yên li Mêrdîn û Qoserê da Serokê PSKê Bayram Bozyel jî li ser sê xalan axifî û got:

Siyaseta dewletê a li ser dijayetî û inkara Kurdan têk çûye û nayê meşandin. Ji ber şer û pevçunên dijê Kurdan hemî dezgeyên dewletê felc bûne. Bihayî, xizanî, birçîtî, bêehleqî, rizandin ji hedê xwe derketîye. Hilbijartinên 31 adarê da kêmbûna dengên AKPê nişan dide ku ne tenê gele Kurd, gelê Tirk jî ji vê siyaseta heyî nerazîye û daxwaza guhartinê dike.

Bozyel di dewamîya axaftina xwe da got; Di vê rewşê da erkekê mezin dikeve li ser milê partîyên Kurdan. Roja îroyîn da gelê Kurd ji hemî wextan hişyartir e û dizane çi dixwaze. Divê Partiyên Kurd li gor daxwaz û hêvîyên gel stratejiyekê neteweyî pêkbînin û li ser dawxazên hevpar  yên gelê Kurd bi hev ra kar û xebat bikin.

Serokê PSKê Bozyel di axaftinên xwe da li ser girîngîya dezgeyên sivil sekini; Divê hûn jibo çareserîyê tenê benda partiyên siyasi nemînin. Karên siyasetê tenê nesipêrên partîyên siyasi. Divê li her deverê/mintiqeyê da hemî dezgeyên sivil werên ba hev, platformên berfirek çêbikin, û zextê li hikumetê, îdareyên heremî û partîyên siyasi bikin da ku problem zutirîn safi bibin. Divê bê zanîn ku tu hêz nikare daxwazên dezgeyên sivil piştguh bike.

Ziyaretên PSKê yên li Mêrdîn û Qoserê bi berhemdar û serkfetî birêveçûn û di atmosferekê germ û dostane da xelas bûn.  Hat ragihandin ku zîyaret û hevditinên bi vê awayî wê dewam bikin.

17.07.2024

Buroya Çapemenî a PSKê

 

 

 

 

İçerik Başlıkları
En çok Okunan İçerik