Armanca Êrîşa Ertêşa Tirkiyê a Bo Ser Kurdistana Başur Deskevtên Netewî Ne

Êrîşa leşkerî û siyaseta dagîrkirina Kurdistana Başur a dewleta Tirk berdemaw e.

Di wan rojên dawiyê da Erteşa Tirkiyê êrîşa xwe li ser xaka Kurdistana Başur tundtir kir.

Ertêşa Tirk jî erd û esmanê, bi henceta PKK êrîş dike bo ser Kurdistana Başurê.

Em wekî Partiya Sosyalîsta Kurdistan-PSK carekî dinê radigîhinin, ku êrîşên hanê binpê kirina serweriya Hikumeta Herêma Kurdistan e û PKK û hebûna bingehên PKK li Herêma Kurdistanê tenê hencet e, armanca bîngehîn a dewleta Tirkiyê têkbirina aramî û seqamgîriya Herêm û deskevtîyên netewî û dagîr kirina Kurdistana Başurê ye.

Bi gor me siyaseta êrîşkarî û dagîrkeriye di hel û mercên îro a Rojhilatê da ne tenê xizmeta aramî û asayiş û aşitî nake, her usa rewşa heyî aloztir dike.

Em bi tundî êrîşa dewleta Tirk bo ser Kurdistana Başurê mehkum dikin û carekî dinê banga Koma Milletan (UN) Yekitîya Ewropa, bîrurayê cîhanê, dezgeyên mafê mirov dikin, ku dengê xwe dijî êrîşên hanê bilind bikin, zext li ser dewleta Tirk bikin daku dev jê siyaseta êrîşkarê berde.

 Em banga hikumeta merkezî a Iraqê dikin, ku bona parastina serweriya xwe dijî êrîşên hanê bi berdawamî halwesta micîd bigre û giliya xwe bibe UN.

Em banga Parlamento, Serokatî û Hikumeta Herêma Kurdistanê û hemu hêz û alîyên welatparêzên Kurdistana Başurê dikin, ku bona parastina deskevtiyên netewî destê xwe bidine hevudu û dijî êrîşên dewleta Tirk derkevin.

Divê PKK rêz li Hıkumeta Herêma Kurdıstane bigre û hencet nede destê dewleta Tirk.

Em banga hemu hêz û alîyên siyasiyên welatparêzên Kurdistana bakurê dikin, ku bi yekdengî dijî êrîşa hanê dengê xwe bilind bikin û hevkariya xwe pêkbinin. Ji ber ku em bı hevkariya me me bi hêztir dıke û em dikarin pêşiya siyaseta êrîşkariya dewleta Tirk bigrın.

20 Avrîl 2022

PSK-Partiya Sosyalîsta Kurdistan

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz