
Birayê Bayram Bozyel serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê.
Silavên biratî û têkoşîn e,
Em di Şepêla Pêşerojê ya Kurdistana Sûriyê de, bi helkefta bi darxistin û serkeftina kongirê we yê sêyem li bajarê Amed ê, paytexta bakurê Kurdistanê, germtirîn pîrozbahî û pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we û hemû endamên Partiya Sosyalîst ya Kurdistanê dikin. hilbijartina we wek Serokê Partiyê, qonaxeke nû di çalakirin û pêşxistina xebata rêxistinî, siyasî û medyayî ya partiya we de ji bo xizmetkirina doza gelê me yê kurd li bakurê Kurdistanê û gaveke girîng e ber bi rizgariya netewî ve.
Birayên delal:
Em di Şepêla Pêşerojê ya Kurdistana Sûriyê de, Destxweşiyê li we dikin bi darxistina konferansa we li bajarê Amedê û vekirina wê bi sirûda netewî ya kurdî û ala kurdî û bi beşdariya gelek partiyên kurdî, ev sembolên ku me dike yek û em parve dikin, partiya we silav dikin. di tekoşîna bidestxistina armancên yên netewî û mirovî de.
Karîbûna gelê me yê Kurd ji bo bidestxistina armancên xwe yên azadîxwaz û bidestxistina mafên xwe yên netewî û mirovî, di yekxistina hewlên kurên xwe yên dilsoz û lihevkirina wan de ye li hember hemû gef û metirsiyên ku çarenivîsa wî û mafên wî yên rewa yên netewî dixe xeterê.
Ji bo vê jî em hêvîdar in ku bi awayekî ku xizmeta berjewendiya gelê me û doza me bike, têkiliyên dualî bi partiya we re di helwestên neteweyî û Kurdistanî de xurtir û pêşve bibin.
Şepêla Pêşeroj ya Kurdistana Sûriyê Desteya bicihkar
Qamişlo
31.10.2022
Parti û aliyên siyasî,
Şaxsiyet û rêxistinên sivil yên hemu perçeyên Kurdistanê,
Herweki dizanin, paş kuştina bi neheqi Jîna Emînî a 22 Sali ji aliyê hêzên ewlehiya zordar a Cumhuriyeta İslamiya Îranê, paş ragihandına mangirtina (greva) gişti, li hemu bajarên Kurdistana Rojhilatê û gelek bajarên Îranê, xelkê bêzarbûyi derketin kuçe û kolanan û li hemberê zilm û zardariya deshilatdarên Komara Îslamî seri hildan.
Em wekî Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê, ji Kurdên hemu parçayên Kurdistanê dixwazin, ku piştgiriya daxwaza reva a Kurdên Kurdistana Rojhilatê bikin, bi şiveyên guncav piştgiriya xwe vê xebata berheq a Kurdên Rohilatê rabigihinin.
Navendê Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê
30ê Xermanan 1401
21 Îlon 2022