Bîranîna Salvegra Koça Dawî ya Cegerxwîn

Di dîroka Kurdistanê de hin mirovan rolek giring û bandorek mezin di nav miletê kurd de tomar kirine, yek ji wan kesan seydayê mezin Cegerxwîn e.

Cegerxwîn (1903-1984) di demekê de hat ku miletê me pir di rewşek nexweş de derbas dibû, welatê me hetibû perçekirin û dagîrkirin û nezanî û hejariyê ew perîşan dikir. Lewra gelek pêwîst bû ku hin hebin ku kar û xebatek bê westan bikin da ku milet riya azadiyê û serxwebûnê winda neke. Cegerxwîn ji wê demê ev erkê netewî naskir û di vî warî de dest bi xebatê kir, ji ber ku wî xwendina Melayetî kiribû û çavê wî ve bibû û ji ber ku wî bi xwe gelek êşa hejariyê dîtibû û piştî ku li seranserê Kurdistanê geriyabû, ewî dest danî ser birînê û biryar da ku bi hemû hêza xwe dakeve meydana şerê li dijî sitemkariyê.

Xweşbextane bû ku seydayê Cegerxwîn mirovek pir jîr û behremend bû, nemaze di warê komelayetiyê, zanyarî û rewşenbîrî de û baş bi zimanê miletê xwe xweşbêj bû, karîbû zû û bi hesanî nerîna xwe bigihîne herkesî, wî karibû banga azadiyê bi riya rist û hozanî bi gel bide nasîn û bide hezkirin. Wî di hûnana nivîsên xwe de bingeha paşda mayiya milet ronî kir û ji milet xwest ku çavê xwe veke, dijminê xwe nas bike li himber wî serî hilde. Ewî bi mêraniyek bê hempa bîr û baweriyên xwe digotîn û gelek kelem şikandin, nemaze di warê olî de û ji bo maf û azadiya jina Kurd û milet jî jê bawer kir û da ser şopa ku wî.

Her kes dizane ku di wê dema ku Cegerxwîn dest bi vî karê pîroz kir hîna Tevgera Siyasî tinebû yan lawaz bû, wî rahişt vî barê giran û karek serketî kir. Wî bi xebata xwe bandorek pir mezin danî ser xelkê, wisa xweya bû ku her nivîsek wî, her qesîdek wî wek ragihandinek siyasî bû. Bi zimanê Kurdî yê zelal xelkê ew qesîdên wî ji ber dikirin û belav dikirin û pê Şiyar dibûn.

Diyare ku piştî damezrandina Partiya Pêşverû ya Dimoqrata Kurd li Sûrya (1957) seydayê Cegerxwîn dît ku ev tevgera Siyasî wê derfetek mezin be û hat nav rêza Partiyê û cihek bilind di navde girt û heta dawîya jiyna xwe di nav refên partiyê de ma.

Miletê Kurd li her çar perçê Kurdistanê de bi hezkirinek mezin keda Cegerxwîn dinirxîne û wî bîr tîne. Lewra navê vî qehremanê netewî bi tîpin zêrîn di dîroka kurdayetiyê de di dilê Kurdan de wê zindî bimîne. Em jî wek du Partiyên Kurdistanî 37 mîn salvegera Seydayê Cegerxwîn bi bîrtînin û ser riya xebata wî berdewam dimînin.

Partîya Demokrata Kurdistan-îran-PDKî

(Rêxistina Almanya)

Partiya Sosyalîsta Kurdistan PSK - Desteya Mecllîsa Derveyê Welat

Partiya Pêşverû ya Dimoqrata Kurd li Sûrya ( Revebiriya Ewropa)

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz