Bo Serokatiya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê,
Hevalên tekoşer,
Mîzginiya we ya derberayê serketina proseya yekxistina rêfên demokratan dilê hemu dost û dilsojên tevgera azadixwaziya Kurdistana Rojhilatê, dilê hemu daykên şehidan û zindaniyên siyasî xweş, neyarên Kurd û Kurdistanê jî reş kir.
Em wekî partiyeka dost û bira bi çoş û kelecanê mezin ve pîrozbayiya xwe pêşkeşê we, bi rêka we ve pêşkeşê li Peşmergeyên agît, kadrên tekoşer û rêvîngen rêbaza Pêşava-Qasimlo-Şerefkendî dikin.
Em piştrastin ku paş mîzgîniya we sengerê Peşmergeyên Kurdistana Rojhilatê qehîmtîr, xebata gelê Kurd bo azadî û demokrasiyê berfirehtir dibe.
Em piştrast in ku yekxistina rêfên demokratan di bin banê Pêşava da, serketina xabata we nêziktir dibe.
Hevalên hêja,
Em carekî dinê destxweşiya we dikin.
Bi hestên biratiya ve, serketina we dixwazin.
Pîroz Be Yekxistina Rêfên Demokrat.
22 Tîrmeh 2022
PSK-Partiya Sosyalîst a KurdistanSerokê Giştîyê PSKê Mesud Tek, dawîya her heftê bi Rêxistinên Partîya xwe
ên li welatên Ewropa civînan pêk tîne.
Rêze civîna duwemîn Roja 26.12.2021 de bi Rêxistinên Îngîliztan, Bulgarîstan,
Îtalya, Norweç, Hollanda, İsveç û Danimarka re hat li darxistin.
Civîn li ser tora online a Zoomê pêk hat.
Civîna ku bi bêşdarîya Serokê Giştîyê PSKê rêzdar Tek hat li darxistin, ji
du bêşan pêk hat. Bêşa ewilde Serokê Giştî, derbarê Konferansa partîyê a 2 ku
li Dîyarbekir hatibûn li darxistin bi firehî behsa babetên ku hatibûn gengeşî
kirin û encama wan gengeşîyan, bi hurgilî nirxand.
Di dema meya îroyîn de sîyaseta ku ji bo kurdan pêwist e; wek, ji bo
destxistina mafên neteweyî, yekîtî û hevxebata hêzên welatparêz herweha xebatên
tên meşandin, pîlan û programên pêşerojê ku di bernama wan da ye, herweha
giringî û pêwistîya xebat û tekoşîna demokrasîyê bi hêz û alîyên demokrat,
pêşverû û azadîxwaz re dur û dirêj şîrove kir.
Tek; di vê civînêde Derbarê rêwş, bûyer û rûdawên li hemû beşê welatê me de
jî bi firehî nirixand û pêşeroja me de ihtîmalên kû derkevin pêş me her weha
pêşbînîyên xwe bi heval û hogirên xwe re parve kir.
Bêşa dudûyê civînê pirs û bersîv
bûn.
Civîn him di warê beşdarîyê de him jî di warê naverokê de civînekî
berhemdar, sûdmendar û serkeftî bû.
Biroya Çapemenî a PSK ê.