Bo Bîrûrayê Giştî

Me pêwîst zanî, ku bona agadar kirina bîrurayê gîştî û pêşî lêgirtina çaveşe kirinê, ragihandina jêrî pêşkeşê bîrûrayê giştî bikin.

Nuçeya civîna hinek partî, rêxistinên siyasî û saziyên medenî, ku bi vexwendina Endamê Desteyê Kargerî û Bîryarder a AK Partî Abdurahman Kurt ve hatibûne ba hev, di medyayê da ne temam û bi şiveyê çaveşe kirî girt. Hinek kesan jî nuçeyê ne temam û çaveşe kirî kirine bingeh û êrîşê ne heq ne exlaqî kirin bo ser partî û rêxistinên siyasî yên ku beşdarê civîna hanê bûne.

Divê bîrûrayê gîştî bizane, ku civîna hanê ne civîneka fermî bû, herwekî birêz Abdurhman Kurt di vexwendina xwe da gotibû sohbet bû. Ligel vê yêkê birêz Kurt çext li ser vê yêkê jî kir û got, ku vexwendinê bi navê xwe kiriye ne bi navê kes û saziyên dinê.

Di civîna hanê da ne hilbijartin ne jî babeteka dinê ya bi ser hilbijartinê nehatiye rojevê. Di civînê da beşdaran bîrûbaweriyên rêxistinên xwe yên derbarê bûyer û pêkhatiyên navçe, Kurdistan û Tirkiyê gotin û rexne li kar û kiryarên hikumet kirin.

Di dawiya civînê da birêz Kurt got, ku dixwaze derheqa cîvîna hanê raporek pêşkeşê Serokkomar bike û têda bîrûbaweriya beşdaran ci bigre. Beşdaran jî daxwaza hanê pêjirandin.

Rastiya cîvînê, ku hatiye çevase kirinê bi vî awayî ye.

Bi vê bonê ve carekî dinê radigihinin, ku mafê siruştiya rêxistinên siyasî, bi taybetî rêxistinên Kurd ku dixwazin pirsa Kurd bi rêka diyalogê were çareser kirinê, pêyvendî ligel hemu aliyên siyasî bigrin û daxwazên xwe pêşkeşe hikumetê bikin.

Bi eşkere radigihinin, ku yên ku nuceya çaveşe kirî a civîna hanê kirine bingeh û êrîşê ne heq bo ser beşdaran kirine û wana bi tohmeta giran tawanbar kirine, bê mesuliyet in û halwesta hanê ne halwesteka waletparêzî ye.

25ê Avrîla 2022

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz