Di Dersên Bijarte De Kurdî Hilbijêrin

Miletê Kurd yek ji miletên kevnare yê heremê ye. Welatê me hatiye dagirkirin û dabeşkirin. Beşê herî mezin yê miletê Kurd li Bakurê Kurdistanê dijî.  Lê ew ji hemû mefên xwe yên neteweyî, siyasî, kulturî û heta mirovî bêpar e. Ji roja ku Komara Tirkîyeyê hatiye avakirin, li gel hemû zilm û zordarîya neteweyî, siyasî û civakî, wê xwestîyê bi awakî sistematîk û berdewamî zimanê kurdî asîmîle bike û ji holê rake. Dewlet baş dizane ku sitûnek esasî ya miletê Kurd, zimanê wî ye. Loma jî ew bi vê hovîtîyê êrîşî ser zimanê me dike. Asîmîlasîyona li ser zimanê kurdî li Bakurê Kurdistanê gihaştîye vê redeye ku êdî gotina bişavtin û asîmîlasyonê ji bo diyarkirina vê rewşê têrê nake; zimanê kurdî li hemberî jenosîdeke mezin rû bi rû ye.

Tecrubeyên hemû miletan îspat kirîye ku zimanê miletekî, herî baş, li ser axa welatê xwe û bi desthilatdarîya wî miletî dikare bijî, geş bibe û bibe zimanê hemû beşên jîyanê. Ji ber vê rastîyê jî di demeke ku miletê Kurd li ser axa welatê xwe  bikaribe xwe îdare bike de, zimanê kurdî herî baş dikare wek zimanê perwerdeyê û zimanê jîyanê qîmeta xwe ya eslî  bibîne.

Lê heta ku welatê me azad bibe, yek ji wezîfeyên me yên neteweyî û demokratîk jî, ji îro ve, berlêgirtina vê siyaseta asîmîlasyon û jenosîda li ser zimanê kurdî ye. Divê weke her miletî, miletê Kurd jî bikaribe bi awakî azad zimanê xwe yê dayikê di her warê jiyanê de bikarbîne û pêşve bibe. Divê zimanê kurdî ji dibistanên destpêkê heta zankoyê weke zimanê perwedeyê bê qebûl kirin. Divê zimanê kurdî li bajarên Kurdistanê weke zimanê resmî li hemû dezgehên resmî, civakî û çandî bê bikaranîn.

Lê em dizanin ku weke hemû xebat û têkoşînên ji bo bidestxistinên mafên neteweyî, siyasî, civakî û kulturî; xebat û têkoşîna ji bo bidestxistina mafê herî rewa û mirovî yê perwerdeya bi zimanê kurdî û bi awakî azad bikaranîna vî zimanî, dikare di gelek qonax û navkonaxan de derbas bibe. Lê ji bo gihaştina vê armancê, dive em tu gav û desketinan înkar nekin, ji wan îstifade bikin û ji bo pêngavên mezintir bikarbînin. Di vê çarçeweyê de, dive em bi hişmendîyek neteweyî ji ”hilbijartina zaravayên kurmancî û kirdki (zazakî) weke dersek bijarte” îstifade bikin û mil bidin kampanya û hewldanên di vî warî de.

Heta roja 7ê Sibata 2022yê xwedevanên pola 5,6,7,8 dikarin dersa bijarte ya kurdî hilbijêrin. Li gel hemû pirsgirêk û astengîyan û li gel ku Dewleta Tirkîyeyê hemû pêwîstîyên dersa bijarte ya kurdî dahî pêknayîne jî, dive em mafê dersa bijarte bikarbînin û hewil bidin ku malbatên kurdan ji bo zarokên xwe dersa bijarte ya kurdî hilbijêrin.

Divê, em vê pêngavê ji bo fêrbûn û bikaranîna zimanê kurdî û ji bo bidestxistina perwerdeya bi zimanê kurdî weke kês û derfetekê bi karbînin. Ev dikare bibe qadek xebat û têkoşîna neteweyî û demokratîk ya miletê Kurd. Lê dive em bi awakî zelal diyar bikin ku dersa bijarte têrê nake, bersîva pêdivîyên zimanê kurdî nade.  Divê weke daxwazek acîl ya miletê Kurd, demildest. zimanê kurdî bibe zimanê fermî.  Divê li Bakurê Kurdistanê perwerdeya bi zimanê kurdî û li bajarên Tirkîyeyê jî li dibistanan mafê fêrbûn û xwendina zimanê kurdî bê qebûl kirin. Loma jî dive xebat û têkoşînên pêwîst û cihêreng yên ji bo berlêgirtina asîmîlasyon û jenosîda li ser zimanê kurdî bêwestan bihê domandin.

Em van partî û rêxistinên navên van li jêr hatinen ivîsandin, di serî de gazî dayikên kurdan û hemû malbatên kurdan dikin ku bi hişmendîyek neteweyî xwedî li zimanê kurdî derkevin!

Zimanê dayikê, stûnek bingehîn yê hebûna miletê Kurd e!

-          Em hewil bidin ku li malên xwe bi zarokên xwe re bi kurdî bipeyivin. Em di hemû beşên jîyana rojane de kurdî bikin zimanê xwe yê esasî yê axaftinê!

-          Em hewil bidin ku her maleke kurd bibe dibistanek zimanê kurdî, Em hemû îmkanan xwe seferber bikin ku zarokên xwe fêrî kurdî bikin!

-          Divê hemû  partîyên sîyasî,  dezgehên sivîl û ragehandina kurdan;  hemû sîyasetmedar, nivîskar  rewşenbîr û hunermendên kurdan, kurdî bikin zimanê xwe yê esasî yê sîyasetê, yê nivîsandinê, yê çalakîyên dezgehên xwe û yê rewşenbîrî û hunerî.

-          Asîmîlasîyon tawanekî mirovî ye. Loma jî xebat û têkoşîna li dijî siyaset û kiryarên asîmîlasyon û jenosîda li ser zimanê kurdî, di heman demê de vezîfeyek mirovî ye!

-          Em gazî malbatên kurdan dikin ku zarokên xwe ji rûhê hezkirina zimanê dayikê û kesayetîya neteweyî bêpar nehêlin!

-          Em bangî malbatên kurdan dikin ku di dersên bijarte de, kurdî (kurmancî û kirdkî /zazakî) hilbijêrin!

TDK-TEVGER, PAK, PSK

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz