Di Pirsa Kurd De çareserîyekê Siyasi, Demokratik û Aşitiyane

Partiya me di 09.04.2022an da li Amedê, di Cemiyeta Rojnamevanan da civina çapemeniyê çêkir û deklerasyona xwe a, ku li ser buyerên siyasi û pirsgirêkan û rêka çaresiriya pirsgirekên hanê amade kiriye, pêşkeşê bîrrurayê giştî kir.

Deklerasyonekê li jêr navê Di Pirsa Kurd De çareserîyekê Siyasi, Demokratik û Aşitiyane de hatiye amade kirin, bi vî awayî ye:

Dİ PİRSA KURD DE ÇARESERÎYEKÊ SÎYASÎ, DEMOKRATÎK Û AŞTÎYANE;

ANHA, TAVİLDEST

Me wek Partiya Sosyalîsta Kurdistan, di van çend mehên dawî de li seranserê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi sedan rêvebirên saziyên sivîl, sendîqe, parêzvanên mafên mirovan, karbidest, şaredar, kedkarên çapemenî, rewşenbîr û hwd. re gelek hevdîtin pêkanîn. Me bi wan re pirs û pirsgirêkên bingehîn yên Kurdistan û Tirkiyeyê yên wek siyaset, aborî, tundî, polîtîkayên înkarê, tenduristî, perwerdehî, bazirganiya sînor, kiryarên kayuman û gelek mijarên din guftûgo kir û guhdariya pêşniyarên wan yên derbarê çareseriyê de kir.

Me ji nêzîk ve dît û em bûn şahîd ku piraniya çîn û tebeqeyên civakê, ji ber nebûna parvekirinek adil, kiryarên keyfî û nemirovane, bi taybet jî, xizanî û birçîbûnîyê di rewşek gelek xirab de ne.

Tesîr û pêla qeyrana piralî ku her diçe bilind dibe, civakê bêmecal kiriye û roj bi roj nefes lê diçikîne. Ligel vê yeke jî, piraniya civakê hêviya xwe ya pêşerojên azad diparêze û di wê baweriyê de ye ku ger em hêza xwe bikin yek, dê bi serbilindî ji vê neqeba teng xilas bibin. 

Piştî vê pêvajoya hevdîtin û danûstendinê, em xwe berpirsîyar dibînin ku hêvî û daxwazên civakê jî di nav de, pêşniyarên xwe yên jibo çareseriyê bi raya giştî re parve bikin. Lewre, ev yek berpirsîyariyek dîrokî ye.

QEYRAN KÛRTIR E 

Qeyrana civakî, siyasî û aborî ku bûye wek giloka rês û çavkaniya wê ji felsefeya damezrandinê ya Tirkiyeya yekparêz, otoriter û ne demokratik tê, di van çend salên dawî de kûrtir bûye û herdiçe tevlihev dibe.  

Li Tirkiyeyê desthilatdariya siyasî, destkeftên demokratik, serweriya huqûqê û distûra yaseyan ji holê rakiriye, bi awayeke bêkontrol welat ber bi rejimeke zordest û otorîter ve diherikîne. 

Sazîgêriyên venihêrtin û parzenga pergala demokratîk bi tevahî ji holê hatiye rakirin û hemû hêz û rêdana dethilatdariyê di destê kesek de hatiye komkirin û ji aliyê çu kes an saziyek ve nayê kontrolkirin.

Piraniya çapemeniyê ku divê rexne li vê yekê bigre, bi dijwarî hatiye dorpêçkirin, cîh li mixalefetê hatiye tengkirin, azadiya fikir û ramanê nemaye û herkesê mixalif bi xeteriya binçavkirin û girtinê re rû bi rû ye.

Darazî, cihê ku divê dadwer be û dadîyê belav bike, bûye amûra bêdengkirina mixalefetê û di nav bêhuqûqiyê de ye.

Bi sepandina pergala kayûman, vîna civakê hatiye binpêkirin, bi hezaran siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskar hatine girtin, bi sedhezaran kedkar û karker bi biryanameyan ji karên xwe hatine derxistin û bi her awayî ve hatine mexdûrkirin.

Ji ber siyaseta berbendî û rageşî ku ji aliyê rayedarên dewletê û desthilatdariyê ve tê şopandin, li dijî hêz û kesên mixalif hewldanên lînckirinê zêde bûne û bi teybet jî li bajarên rojava li dijî Kurdan bingeha tevkuştinan hatiye amadekirin.

Ji ber şopandina van polîtîkayan e ku Tirkiye, di qada navneteweyî de roj bi roj tenê dimîne û tê îzolekirin.

Bilindbûna pêla qeyrana aborî û bihabûna bêserûber, roj bi roj civakê kaşê feqîrî, birçîbûn û tinebûnê dike.

Partiya Sosyalîsta Kurdistan, destnîşan dike ku di bingeha vê qeyrana piralî ya li Tirkyeyê de,  neçareserkirina pirsgirêka Kurd heye.

Feraseta tûndî û înkarê ku li hember pirsa Kurd tê şopandin, rê li ber vekiriye ku li Tirkiyeyê, pirs û pirsgirêk mezintir bûne û wek qeyraneke piralî li serê civakê bûye bela.  

Di vê rewşê de çareserkirina pirsa Kurd êdî nayê paşdeavêtin. Divê tavildest rê û olaxên çareseriyê bên peydakirin ku ji alî mirovî û siyasî ve hilweşandin kûrtir nebe.

JIBO PIRSA KURD ÇARESERIYEK WEKHEVÎXWAZ Û AŞTÎYANE

Berî her tiştî divê em bidin zanîn ku pirsgirêka Kurd, pirsa gelekî ye ku mafê wê yê neteweyî û mirovî hatiye rapêçkirin. Kurd, xwedî çand û zimanekî dewlemend û dîrokekî herî kevnare yê vê herêmê ye ku bi hezaran sal in li ser axa welatê xwe Kurdistanê dijî.

Gelê Kurd jî, wek hemû gelên dinyayê mafdar e ku di welatê xwe de bi şêwazeke azad û serbilind bijî.

Bi rê û rêbazên tundî pêşîlêgirtina li çareseriya pirsa Kurd, ne tenê jibo gelê Kurd, herwisa jibo civaka Tirkiyeyê jî, encamên rûxîner derxistiye holê. Di bingeha hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê de neçareserkirina pirsa Kurd heye. 

Ceribandinên sed salî daye nîşandan ku heta pirsa Kurd neyê çareserkirin, nema li Tirkiyeyê demokrasiyeke mayende û serweriya huqûqê pêk were daku civak bikaribe jiyaneke azad û bextewar bijî.

Ango çareserkirina pirsa Kurd û li Tirkiyeyê sazkirina demokrasiyê bi hevdû ve girêdayî ne.

Di vê rewşê de, hem jibo dawîlêanîna neheqiyên li dijî Kurdan yên sed salî, hem jî jibo pêkanîna demokrasî û aşîtiyek mayende li Tirkiyeyê, divê pirsa Kurd li ser esasê wekheviyê bê çareserkirin.

Di vê mijarê de gavên ku divê bên avêtin eşkere û zelal in.

Divê nasnameya Kurd û rastîya Kurdistanê bên naskirin û ji aliyê destûrê ve bên mîsogerkirin.

Divê jibo zimanê Kurdî statuyeke fermî bê dayîn û li Kurdistanê bibe zimanê perwerdehiyê.

Divê rê li ber xebat û bizava siyasî ya bi navê Kurd û Kurdistanê bê vekirin û derfet bê dayîn ku Kurd bikaribin bi navê xwe birêxistin bibin.

Divê hemû navên cî û warên dîrokî û coxrafî yên li Kurdistanê ku hatine gûhertin, carek din li eslê wan bên vegerandin.

Divê ciyê gora serok û rêberên Kurd ku di wextê xwe de hatine qetilkirin û li derên nediyar hatine veşartin, bê eşkerekirin û ji ber zilma ku li Kurdan hatiye kirin, lêborîn bê xwestin.

Divê jibo pêkanîna zemîneke guncaw ya çareseriya pirsa Kurd, dawî li operasyonên leşkerî yên li Kurdistanê bê anîn, girtiyên siyasî bên serbestberdan û dozên li dijî partiyên Kurdistanî bên bidawîkirin.

Partiya Sosyalîsta Kurdistan daxwaz dike ku divê Tirkiye, dev ji helwesta xwe ya li dijî Kurdên Başûr, Rojava û Rojhilat berde û ligel wan pêwendiyên dostane dayne. Ev yek dê jibo çareserkirina pirsa Kurd ya li Tirkiyeyê jî, rê xweştir bike.

MAKEZAGONEKE DEMOKRATÎK Û PIRANÎPARÊZ

Wek tê zanîn, di van demên dawî de li Tirkiyeyê rojeva herî girîng, niqaşên debarê pergala hikumetê de ne. Ji ber vê yekê ye ku carek din amadekirina makezagoneke nû di rojevê de ye.

Bêguman divê guhertina dawî ya di makezagonê de ku ji bo pergala hikumeta serokkomariyê pêkhatibû û bûye sedemê gelek pirsgirêka, bê niqaşkirin. Lêbelê, Partiya Sosyalîsta Kurdistan reftar e ku divê di esasê xwe de, ev pergala heyî ya sed salî ya mîlîtarîst, otorîter, yekparêz û zordest bibe mijara niqaşê.

Makezagona 1924an, li ser înkarkirina hebûna gelê Kurd hatiye amadekirin, herwisa makezagonên ku piştî derbeyên leşkerî yên salên 1961 û 1980î hatin amadekirin jî, bi ferasetekî nijadperest, zordest û li dijî mafên mirovan û demokrasiye bûn.    

Di eslê xwe de hê jî, li Tirkiyeyê heman zîhniyet li ser hikum e û heta ev yek negûhure, çu pirsgirêkên heyî nayên çareserkirin. Jibo vê yekê jî, divê tavildest dest bi amadekirina makezagoneke nû bê kirin.

Makezagona ku bê amadekirin, divê bi feraseteke demokratîk û azadîxwaz û li ser esasê wekheviyê be. Makezagona nû, divê xalên “nayên gûhertin” di nav xwe de nehewîne û hêmanên demokrasî û huqûqê esas bigre daku bikaribe pirrengîtiya Tirkiyeyê binase.

Ya herî girîng jî, di makezagona nû ku bê amadekirin de, divê pirneteweyîtî, pirzimanî, pirçandîtî û pirolîtiya li Tirkiyeyê li ber çav bê girtin û pergala federaliyê bê esasgirtin. Makezagoneke bi vî awayî, dikare mafên gelê Kurd binase, herwisa divê mafên hemû kêmnetewe û kêmaniyên din bigre bin garantiyê.

Bi qasî makezagoneke nû, mijara pêvajoya amadekirina makezagonê jî girîng e.

Jibo vê yekê jî, ya herî ewil ku bê kirin, divê bi awayeke lezgîn dev ji zihniyeta heyî bê berdan û zimanê heyî yê bendbendîtiyê bê terkkirin, jibo normalîzekirina rewşê gavên erênî bên avêtin.

Di rewşeke wisa de makezagona ku hemû aliyên civakê li ser lihev bike, dikare hemû pirs û pirsgirêkên bingehîn çareser bike.

DI ABORİYÊ DE DADMENDÎ Û JIYANEKE BIRÛMET

Li Tirkiyeyê, qeyrana aborî ku di van demên dawî de ji kontrolê derketiye, ji polîtîkayên ewlekarî ku derbarê pirsa Kurd de tên şopandin, nayêveqetandin. Heta ku jêderkên aborî jibo şer û pevçûnan bên terxankirin, bacên ku ji civakê tên berhevkirin jibo şer bên xerckirin û heta jiholêrakirina huqûqê berdewambe û ewlehî pêkneyê ne mimkûn e ku aboriya welat bikeve berfirehiyê.

Li Tirkiyeyê, ji aliyê aborî ve para herî mezin ji aliyê hindik kesan ve ku pişta xwe dane desthilatdariyê, tê kontrolkirin. Bi dehmilyonan kes jî, di bin sînorê birçîbûnê de jibo man û nemanê têdikoşin.

Qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê rewşeke xwezayî nîn e; encama siyaseta şer û pevçûnê ye. Jibo vê yekê jî, çi li hundir û çi jî li derve, divê dawî li polîtîkayên tundî û êrişker bê anîn. Daku dewlemendiyên welat derbarê peydakirina kar, perwerdeyî, tendurustî û hwd. de, jibo civakê bên xerckirin. Encax Tirkiye ewçax dikare bibe dewletekî civakî û dadmend.

Jibo baştirkirina rewşa jiyana kesên xaneşîn, jêbirina deynên gundî û cotkaran, alîkarîdayîna bazirgan û karsazên piçûk ku di pêvajoya pandemiyê de mexdûr bûne, divê tavildest gavên pêwist bên avêtin. Herwisa, divê jibo xebatkaran mafên sendîqe, birêxstinbûn, peymana giştî û greve bê dayîn. 

DARAZIYA SERBIXWE Û DADMEND

Darazîya ku li Tirkiyeyê li gor feraseta dewleta tekparêz hatiye şêwîn û birêxistinkirin, di van salên dawî de bi temamî ketiye bin xizmet û bandora desthilatdariya siyasî. Saziya daraziyê bûye amûra siyasî ku mixalefetê kontrol dike û siyasetê dîzayn dike.

Jibo kar û şixulînên daraziyê, ne telîmatên siyaset û desthilatdariyê, divê prensîbên bingehîn yên huqûqê, mafên mirovan û belgeyên navneteweyî yên di vî derbarî de bên esasgirtin.

Jibo mexdûriyetên li zindanan bêtir nedomin û dawî li kiryarên nemirovî bên, divê biryar û pêşniyarên sazî û dezgehên wek Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê, Komîteya Şopandin û Bergirî ya Êşkenceyê ya Ewrûpayê û sazî û dezgehên navneteweyî yên di vî derbarî de li ber çav bên girtin.

JIBO JINAN WEKHEVÎ Û EWLEHÎ

Li Tirkiyeyê rojane çendîn jin tên kuştin, bi sedan jin rastê tundî û lêdanê tên. Jibo pêşîlêgirtina van kiryarên nemirovane, ewlehiya canî ya jinan, mîsogerkirina jiyaneke azad û wekhev ya jinan divê gavên pêwist û lezgîn bên avêtin.

Jibo jin jî bikaribin di warê aborî, siyaset û bi tevahî jiyana civakî de bi şêweyeke çalak, wekhev û azad beşdar bibe, divê gavên bingehîn û mayende bên avêtin.

Divê Peymana Îstenbolê cerek din bê sazbarkirin, divê hemû astengên çandî, aborî, îdarî, siyasî û hwd. yên li pêşberê wekheviya zayendî ya civakî bên rakirin.

JIBO DERVE SIYASETEK AŞÎTIYANE

Li Tirkiyeyê desthilatdariya heyî, çi li hundir û çi jî li derve, siyaseteka êrişker û berfirehker dimeşîne ku bi vê yekê, roj bi roj di taxa navneteweyî de bi tena serê xwe dimîne û tê îzolekirin. Herwisa, bi polîtîkaya dijî Kurd ku dimeşîne, hem li hundir û hem jî li derve ew bi tengasî û neçariyên mezin re rû bir û dihêle. Sedemê herî girîng yê ragêşiya navbera Tirkiyeyê û Emerîka û Ewrûpayê siyaseta wê ya li dijî Kurd e.

Divê Tirkiye dev ji siyaseta xwe ya li dijî Kurd û têkildarbûyîna karê navxweyî yên welatên cîran berde. Herwisa, divê carek din bi Yekîtiya Ewrûpayê re pêwendîyên xwe baştir bike.

Di siyaseta derve de nermahî û feraseta li gor berjewendiyên beramberê hevûdû; bi taybet jî, diyalog û rêznîşandan li hember Kurdên li perçeyên din, dê ji aşîtî û aramiya herêmî re xizmetek girîng bike û herwisa jî, çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyeyê hêsantir bike.

EM DIKARIN BIHEVRE BIGUHÛRÎNIN

Di qonaxa heyî de nebûna demokrasiyê û neçareserkirina pirsa Kurd, wek pirsgirêkên ku jihev dimijîn, ketine navhev. Çawa ku înkarkirina hebûna pirsa Kurd, li Tirkiyeyê zemîna demokrasiyê rûxandiye, herwisa jî, nebûna demokrasiyê çareseriya pirsa Kurd bêtir zehmet kiriye. 

Li gorî vê selmanê, Partiya Sosyalîsta Kurdistan, siyaseta tifaqa dûalî pêşdibîne; Tifaqa Neteweyî ya Demokratîk ku armanca wê azadiya gelê Kurd e û Tifaqa Demokrasiyê ku sazkirina aşîtî û demokrasiyê daye ber xwe. 

Di navenda hedefên siyasî yên Partiya Sosyalîsta Kurdistan de, avakirina Tifaqa Neteweyî ya Demokratîk heye ku hemû aliyên Kurd di nav xwe de bihewîne û jibo azadiya Gelê Kurd têbikoşe. Niha ji her demî bêtir pêwistî bi tifaqa Kurd heye ku li derdora bernameyeke azadiya neteweyî bê avakirin.

Partiya Sosyalîsta Kurdistan, xebata xwe ya di vî derbarî de ku ev demek dirêj e dimeşîne, lê dixebite ku bi aliyên Kurd re bêtir bikemilîne û pêşdetir bibe. Tifaqa Neteweyî ya Demokratîk ya Kurd, yekane garantiya azadiya gelê Kurd e.

Li Tirkiyeyê derbarê demokrasiyê de guhertineke bingehîn, tekoşîna azadiya gelê Kurd hêsantir dike.

Di vê çarçoveyê de li Tirkiyeyê avakirina Tifaqa Demokrasiyê ku hemû aliyên azadîxwaz û demokrat di nav xwe de bihewîne, gelek girîng e.

Li Tirkiyeyê guhertina pergala mîlîtarîst, şerxwaz, nijadperest û êrişker ya sedsalî, tenê dikare bi tifaqek berfireh ku xwedî hişmendiyek demokratîk be, pêk were.

Partiya Sosyalîsta Kurdistan, ew partî ye ku li gor peywira xwe ya dîrokî, jibo azadiya gelê Kurd derketiye rê. Ligel vê yekê jibo avakirina pergaleke federal, azadîxwaz û demokratîk li Tirkiyê amade ye ku berpirsyariya xwe ya di vî warî de, bi cîh bîne.

En çok Okunan İçerik
Yorum Yaz